Şîrove, Zanist û Teknîk, Rûsya
Vê gavê di weşanê de
Emerîka qebara alîkariyê ji bo opozîsyona Sûryê dupat kir
   
 
   
 
   
 
   
 
Li Tirkyayê ji sucdarên jehrkirina welatiyên Rusyayê 90 sal cezayê zindanê hate birîn
Der dora Şamê hate topbarankirin, di encamê de sê kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 20 kesî birîndar bun
Li Bakurê Îraqê di encama rêzek teqînan ne kêmî pênc kesî bune qurban
Şanda hukmeta Sûryeyê ya gotubêjan bi opozîsiyonê re ji serok wezîr, cigîrê wî û ji sê nunerên kabîneyê pêk tê
Îran niyêt dike beşdarî konferansa navnetewî li ser Sûryeyê bike
Sîyaset Aborî Civak Zanist û Teknîk Çand Werzîş

Moşeka "Bûlava" bi serkeftî hat ceribandin

 
28.08.2011, 15:45
Vê rûpelê çap bike Ji hevalê xwe re bişîne Li blogê zêde bike
© Коллаж: «Голос России»
© Коллаж: «Голос России»

Leşkerên Rûsyayê ceribandineke serkeftî ya moşeka ballîstîk a navkîşwerî  `Bûlava` pêk anîn. Moşek ji keştiya atomî ya binavî `Yûrîy Dolgorûkîy`  hat firandin. Derbarê encamên cerinabdina `Bûlava` de wezîrê berevanî ji Dmîtriy Medvedev re rapor da.

Ev bû 16-mîn ceribandina moşeka `Bûlava`. Baldariya taybet ji bo vê moşekê ev e, ku qedera vê projeya nû bi giştî dijwar bûye. `Bûlava` ji sala 2004 vir ve tê ceribandin. Nîvê wan ceribandinan ne serkeftî bûne. Vê gavê qedera projeyê ji serkevtin, an jî têkçûna ceribandinan ve girêdayîye.

Vê carê `Bûlava` ji keştiya atomî ya binavî `Yûrîy Dolgorûkîy`  hat firandin. Li gor rapora wezîrê berevanî Anatolîy Serdukov, moşek ji pozîsyona binavê hatiye avêtin û dûrahiya maksîmûm a firrîna wê hatiye pîvan. Wekî hatibû pêşbînîkirin, moşek di demjimêr 7:20 xulek de ji Deryayayê Gewir hatiye avêtin û piştî 33 xulekan gihîştiye herêma diyarkirî ya li Okyanûsa Pasîfîk. Ev yek parametrên projeyê ya 8 hezar km dupat kiriye.

Ev bû çaremîn serkevtina serhev a moşeka `Bûlava`. Serokê Navenda Lêkolînên Civakî û Sîyasî Vladîmîr Yevseyev dibêje, renge, konstrûktor hemû kêmasiyên projeyê serrast kirine û parsengiya moşek bi dest xistine.

"Ceribandinên dawî  ji pozîsyona binavê hatine pêkanîn û ev yek dupat dike, ku pirsgirêkên cidî yên di projeya moşeka `Bûlava-30` de bi giştî  ji holê hatiye rakirin. Bi ya min, moşek êdî di demeke nêz de dikare  bikeve cebilxaneya artêşê. Lêbelê divê pêratiya wê rast bê organîzekirin. Pratîk her tim diyar dike, ku di dema bikaranînê de pirsgirêk derdikevin".

`Bûlava` îsal wê hîn çend carên din jî bê ceribandin û piştî hingê divê Wezareta Berevaniyê bîryarê bide, ka moşek ji bo cebilxaneya artêşê bê qebûl kirin, an na. Eger ev moşek bê qebûlkirin, dê artêşa Rûsyayê bibe xwedî çekeke gelek metirsîdar. Bûlava dikare ji 6, heta 10 blokên nukleerî yên hîperdeng veguhêze.

Qedera projeyeke leşkerî ya din a mezin jî bi wan ceribandina ve girêdayîye: ango projeya keştiyên binavê yên modela `Borey`. Keştiya `Yûrîy Dolgorûkîy`, ku moşeka `Bûlava` jê hatiye avêtin  jî,  ji wan modelan e. Ev keştî jî vê gavê  tê ceribandin û heta dawiya salê divê ji aliya komîsyonê ve bê qebûlkirin. Bi giştî tê plankirin ku heta sala 2015 li Rûsyayê ji vê projeyê heşt keştiyên binavî yên atomî bên avakirin. Keştiyên han wê moşeka ballîstîk a `Bûlava` jî nav de, wê  bi çekên neûjen vê bên arastin.

Derbarê vê mijarê de

 


Arşîva programên me

Derbarê Rûsyayê de

Derbarê Rûsyayê de

© 2005-2013 Dengê Rûsya
Derbarê xwe de
 
Rambler's Top100