13 12 2011, 19:46

Medvedev ragihand ku hemû giliyên derbarê hilbijartinên Dûmayê de bên lêkolînkirin

Medvedev ragihand ku hemû giliyên derbarê hilbijartinên Dûmayê de bên lêkolînkirin

Serokê Rûsyayê Dmîtrîy Medvedev ragihand ku divê hemû giliy

Serokê Rûsyayê Dmîtrîy Medvedev ragihand ku divê hemû giliyên derbarê hilbijartinên Dûmayê de bên lêkolînkirin û bîryareke dadwerane bê dayîn. Medvedev di hevdîtina xwe de li gel lîderên partiyan da zanîn, ku divê beşekî mezin ên komîsyonên Dûmayê di bin kontrola opozîsyonê de bin, da ku mafê hemû partiyên di baska jêrîn a parlamentoyê  de bê garantîkirin. Medvedev her wisa got, divê desthilata Rûsyayê di warê sîyasî de gavên bibîryar bavêje, û sînordariyên li pêş sîyasetê rake, da ku di navbera çînên   cuda yên civakê de jihevdûrûbûn dernekeve holê. Di 4 Kanûnê de li Rûsyayê hilbijartinên parlamentoyê hatin lidarxistin û tê de partiya Rûsyaya Yekbûyî bi serket. Ji 5-ê Kanûnê ve li herêmên cuda yên Rûsyayê çend xwepêşandanên neraziyan hatin lidarxistin

  •  
    û parve bike