1 2 2012, 19:36

Li Moskowê Enstîtûya Şaristaniya Îslamî

© Flickr.com/thisisbossi/cc-by-sa 3.0
© Flickr.com/thisisbossi/cc-by-sa 3.0
© Flickr.com/thisisbossi/cc-by-sa 3.0

“Îslam beşeke giring a dîrok û çanda Rûsyayê ye... Pêdiviya Rûsyayê nîne, ku ji bo bidestxistina dostaniya cîhanî Îslamî xwe bıwestine.

“Îslam beşeke giring a dîrok û çanda Rûsyayê ye... Pêdiviya Rûsyayê nîne, ku ji bo bidestxistina dostaniya cîhanî Îslamî xwe bıwestine. Ji xwe welatê me bıxwe beşeke wê cîhanê ye”. Gotinên han  aîdê serokê Rûsyayê Dmîrtiy Medvedev in, ku di sala 2009 de li Qahîreyê di hevîditana xwe de li gel nûnerên welatên endam ên Kombesta Dewletên Erebî  anîbû ziman.

Diyardeya aîdiyeta Rûsyayê ji bo cîhanê Îslamî ev e, ku  beriya her tiştî, nêzîkî 20 mîlyonê welatiyên wê mislimanin. Û di nav wan de kesayetên wisa hene, ku di elîta cîhana Îslamî de cî digrin. Yek ji wan kesayetiyan jî  profesor Seîd Kamîlov e.

Seîd Kamîlov di malbateke rojhilatzanan de hatiye dinyayê,  dê û bavê wî, Tatarên Krimê ne û her du jî turkolog bûne. Zaroktiya wî di malbateke bawermendan de derbas bûye û paşê jî di zankoya bi prestîj a Moskowê— di Enstitûya Pêwendiyên Navnetewî  de xwendiye.

Îro Seîd Kamîlov endamê Akademiya Hizra îslamî ya Qraliyata Urdunê, endamê Civata Bilind a Rêxistina Îslamî ya ser perwerde, zanist û çandê (İSESKO ) ye. Di nîveka salên 90-î de Kamîlov Enstîtûya Şaristaniya Îslamî ya Moskowê damezrand û  seroktiya wê kir.  Seîd Kamîlov dibêje, enstîtûya han rêxistineke civakî ye û armanca wê ew e, ku Îslamê, weke  beşekê giring a şaristaniya giştî ya cîhanê lêkolîn bike:

" Enstîtû xebata xwe ya zanistî bi şêwazên cihêreng dimeşîne. Bê guman, hedefa sereke weşanên zanistî ne, ji ber ku berhemên han ne tenê şopeke hestîyar dihêlin, lê her wisa derfeta çareserkirina pirsgirêkên civakî jî derdixînin holê. Ji xêynî wan, em konferansên zanistî, semîner û sempozyûman jî li dar dixin, ku tê de zanyarên cidî dikarin prisên herî tûj gengeşe bikin".

  Kamîlov, hema bêje yekemîn mislimanê Rûsyayê ku beşdarî  li “Konfernasa Hesenê” bûye.  Konfernasên han her sal di rojên Remazana pîroz de li Mexribê bi beşdariya Şah tên li dar xistin, û ji her aliyê cîhanê alimên îslamê beşdarî lê dikin. Seîd Kamîlov, li ser wan konfernasan wisa diaxive:

"Me bi awayekî rêkûpêk dest bi wergerandin û weşandina wan gotaran kirin, ku di wan konfernasên hersalî de tên xwendin. Ew bi giranî tefsîra Qur`an û hedîsan in. Em hewil didin, wan berheman bi şêwazeke wisa biweşînin, da ku heta kesên Îslamê nizanin jî,  ji wan fehm bikin.  Ew ne tenê wergereke gotarên wan konfernasan a bi zimanê Rûsî ne, lê her wisa wergerên bi şîrove ne. Bi wî cureyê, gotraên alimên giring ên cîhanê Îslamê ji aliya beşeke berfireh a  civakê Rûsyayê ve tên têgihîştin. Em pê pir kêfxweşin, ku berhemên han di zankoyên îslamî yên Rûsyayê de,  di sziyên perwerdeyê yên asta cuda de, û her wisa di xutbeyên Îniyê de  tên bikaranîn".

Konferansên `Hesenê`, her tim bi sê zimanên bingehîn ên Ewrûpî ve: bi îngîlîzî, bi fransî û bi almanî her wisa bi zimanê tirkî dihatin lidarxistin. Di wan 15 salên dawî de, bi saya Enstîtûya Şaristaniya Îslamî zimanê rûsî jî, lê zêde bûye. Ew ne tenê ji bo Rûsyayê, lê ji bo herêmên Soveytê berê jî giringe,  ji ber ku li wan herêman zimanê rûsî wekî zimaneke pêwendiyên navnetewî  dimîne.

Zankoya Îslamî ya Rûsyayê di sala 1998 de hatiye damezrandin. Roja îro zankoya han îmam, teolog û hafizan perwerde dike.  Rektorê zankoyê, doktorê sîyasetzaniyê Rafîk Muhemetşîn  wisa behsa zankoyê dike:

"Zankoya me  endama Federasyona Zankoyên Cîhanê Îslamî ye.  Her wisa, zankoya me di rêveberiyê de jî cî digre, ango em yek ji 15 endamên rêveberiyêne, ku ji  nav 250 zankoyên cîhanê hatine hilbijartin. Bi piştevaniya Federasyonê, me li ser mîrata xwe ya îlahiyetê ya nivîskî  konferanseke lidar xistin. Konferansa han ne tenê bala welatiyên Rûsyayê, Asya Navîn û Kafkasyayê, lê her wisa bala navendên îslamî yên pêşeng ên cîhana îslamî yên bîyanî û Ewrûpî jî kişandin ser xwe. Ango, vê gavê Rûsya weke navendeke pêşveçûna zanista îslamî,  jinûve  vedijî".

Seîd Kamîlov dibêje, sekreterê giştî yê ISESKO`yê doktor Edulezîz Osman et Tûweycrî serokatiyê Federasyona Zankoyên Cîhana Îslamî dike:

"Federasyona Zankoyên Cîhana Îslamî rêxistineke rêkûpêk e. Ji salên 90-î vir ve zanyarekî navdar doktor Edulezîz Osman et Tûweycrî serokatiyê wê dike. Xizmetên wî pir mezin in. Me çend berhemên wî wergerandine bi zimanê rûsî. Giringtirîn xizmeta et Tûweycrî  ew e, ku  hê di salên 90-î de, dema alimên Rûsyayê hê li rê digeriyan ku xwe nêzîkî cîhanê îslamî bikin,  ew bi awayekî çalak bi me re dest bi hevkariyê kir. Ew bi destpêşxeriya xwe ve dihat Rûsyayê, bi welata me ve bû nas û di encamê wan hewildanan de, îro hevkariya me gelek pêş ketiye. Bo nimûne, enstîtûya me li gel ISESKO`yê çend projeyên zanistî û perwerdeyî pêk anîn".

Sekreterê giştî yê ISESKO`yê doktor Edulezîz Osman et Tûweycrî  di maweya serdanên xwe de  li gel wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, rêveberiya Moskowê, Civata Miftiyên Rûsyayê û Navenda Lêkolînên Erebî û Îslamî  hevdîtinan pêk anî û beşdarî li konferansa `Rûsya û Cîhana Îslamî` kir. Li gorî nêrîna Edulezîz Osman et Tûweycrî, pêkhata îslamî ya şaristaniya Rûsyayê pir têkûz e:

"Rûsya welateke mezin e û tê de gelek netew û ol pêkve dijîn. Û ev yek ji Rûsyayê re raseriyeke civakî û şaristaniyê dabîn dike. Û di ser de jî, di welateke pirolî de nûnerên  hemû baweriyên cuda li ber zagonê xwedî mafên wekhev in. Eger em pozîsyona Rûsyayê ya li ber îslamê, li gorî pozîsyonên dewletên din berewird bikin, dê em cudatiyeke mezin bibînin. Lewma jî, ez dixwazim ji bo ruhê xweşbînî û rêzgirtina bi hevdu re, spasdarî li rêveberiya Rûsyayê û li serokên olî bikim. Îro cîhan hewcedarê bi xweşbînî û çanda aştiyê ye. Ji bo ISESKO,  hevkarîkirina bi Rûsyayê re di warê çespandina  nirxên mirovî û çêkirina pireyan di navbera gelên Rûsya û cîhana îslamî de, rûmet û şabûneke mezin e".

Serokê Enstîtûya Şaristaniya Îslamî profesor Seîd Kamîlov, her wisa endamê Civata Bilind a ISESKO ya li ser perwerde û çandê ye. Rêxistina han, bernameya amadekirina rêzeke weşanên berhemên îslamî, ku ji aliyê Enstîtûyê ve hatibû pêşniyarkirin, bi kêfxweşî qebûl kir. Seîd Kamîlov dibêje, berhemên han bi zimanê Rûsî tên weşandin, lê  di pêrspêktîvê de wê bi zimanên Ewrûpî jî bên belavkirin:

"Me li Kazanê bi hevkariya Zankoya Îslamî ya Rûsyayê pirtûkeke weşand, û  ji aliya Wezareta Perwerdeyê ve jê re statuya `pirtûka perwerdeyê` hat dayîn. Navê pirtûk `Îslam û Şaristaniya Wî` ye.  Berhem ji aliyê min û mamosteyê  Zankoya Moskowê profesor Jantiyev ve hatiye nivîsandin. Pirtûka din, a ku me weşndiye, `Hunera dekoratîv û sepandî ya mislimanan` e.  Pirtûka han di formateke hişk a zanistî de hatiye amadekirin, lê di heman demê de jî, bi naveroka xwe ve taybetmendiyên hunera dekoratîv û sepandî  jî  bi awayekî zelal destnîşan dike. Nivîskara wê Olga Bîbîkova ne tenê zanyareke teorîsyene, ew di pratîkê de jî  şarezeya Rojhilatê, bi taybetî jî, cîhana Erebî  ye.  Pirtûka wê, ne ku tenê nêrîna mirov firehtir dike, lê her wisa ji kesên ku diçin yek ji welatên şaristaniya îslamî, zanyariyên pratîlk jî dide.  Ji xwe armanca xebata me ya tevayî jî ew e".

 

 

  •  
    û parve bike