Şîrove, Rûsya, Hilbijartinên serokkomarîyê 2012, Civak
Vê gavê di weşanê de
Emerîka qebara alîkariyê ji bo opozîsyona Sûryê dupat kir
   
 
   
 
   
 
   
 
Şanda hukmeta Sûryeyê ya gotubêjan bi opozîsiyonê re ji serok wezîr, cigîrê wî û ji sê nunerên kabîneyê pêk tê
Îran niyêt dike beşdarî konferansa navnetewî li ser Sûryeyê bike
Gotubêjkarê sereke yê Felestînê pêşniyara DYA li ser vejandina gotubêjan bi Îsrayîlê re, destek dike
Bizava `Talîban` plan dike desthilata Afganîstanê di sala 2014 bixe destê xwe
Li bajare DYA Oklahoma yê kareseta bablîsokê ru da
Sîyaset Aborî Civak Zanist û Teknîk Çand Werzîş

Vladîmîr Pûtîn derbarê dadweriya sosyal de

Mijar: Hilbijartinên serokkomarîyê 2012 (85 gatarên din)
 
13.02.2012, 14:40
Vê rûpelê çap bike Ji hevalê xwe re bişîne Li blogê zêde bike
Vladîmîr Pûtîn derbarê dadweriya sosyal de
Photo: RIA Novosti

Namzedê ji bo posta serokatiya Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn beşekî bernameya xwe vê carê di rojnameya `Komsomolskaya Pravda` de da weşandin.  Di gotarê de tê destnîşankirin, ku di maweya deh salên pêş me de,  modernîzekirina perwerdeyê wê bibin  pêşaniyên giring ên budceya Rûsyayê.

Pûtîn  gotara  xwe bi vê tespîtê ve destpê dike, ku Rûsya dewleteke sosyal e.  Ji bo piştrastkirina vê yekê, Pûtîn  tekez dike, ku di  wan salên dawî de  nîvê hemû mesrefên budceyê ji bo  pêdiviyên sosyal hatine xerckirin.  Serokê Navenda Zanyariyên Sîyasî yê Rûsyayê Aleksey Mûxîn dibêje, raste wisaye, lê  ew ne bes e:

" Raste, dewlet  bi awayekî rêkûpêk pereye malnîşîniyê  û mûçeyên karmendên budceyê  bilintir dike. Raste, dewlet sîstemên taybet ên sosyal ava kirine. Lê  di heman demê de neyeksaniya sosyal a di nav civakê de, hê jî zehf mezine".

Ji xwe, Vladîmîr Pûtîn bixwe jî  ev yek fehm dike û  armanca wî, avakirina civakeke bi dadweriya sosyal e.  Pûtîn soz dide, ku mûçeya malnîşîniyê wê bê zêdekirin û ew dij e, ku temena malnîşîniyê bê bilindkirin.  Alîkarîkirina ji malbatên bi zarok jî,  wê  berdewam bibe.  Sepandina `Sermayeya Dayikê`, ku ji her zarokekî duyemîn re  dewlet 13000 dolar pere dide, êdî  berhemên xwe dide.  Niha jî Pûtîn pêşnîyar dike ku  ji bo zarokên sêyemîn û zêdetir, heta ku zarok bigihêje sê saliya xwe, malbat dikarin bi mehane 230 dolar bistînin.

Belê, bi tenê piştgiriya fînansî ve pêkanîna sîyaseta demografiyê  bes nîne.  Lewma jî, ji her zarokê re wê garantiya ciyeke di baxçe zarokan de û perwedeya asayî û ya pîşeyî  bê dayîn.

 Vladîmîr Pûtîn dibêje, rewşa sosyal a karkeran jî pir giringe.  Li gorî nêrîna wî, divê arîstokrasiyeke karkeran bê damezrandin, ango heya sala 2010-an divê hejmara karkerên wisa bigihêje  nêzîkî 10 mîlyon kesan.  Şîroveya sîyasetzan Dmîtriy Danîlov li ser vê mijarê wisaye:

"Arsîtokrasiya karkeran, garantiya aramiyê û garantiya pêşveçûna aborî ye.  Vê gavê, piştî kaosa salên 90-î, pîşeya karkeriyê bûye xwedî giringiyeke zêdetir. Û hejmara arîstokrasiya karkeran çiqas zêdetir be,  çîna navîn jî ewqas zêdetir be û dewlet jî ewqas aramtir be".

Ev êdî pêncemîn gotara e, ku Vladîmîr Pûtîn beriya hilbijartinan  dide weşandin.  Hemû tezên, ku hatine weşandin, wekî namzed, wê têkevin nav bernameya wî yê hilbijartinê.

Derbarê vê mijarê de

 


Arşîva programên me

Derbarê Rûsyayê de

Derbarê Rûsyayê de

© 2005-2013 Dengê Rûsya
Derbarê xwe de
 
Rambler's Top100