13 2 2012, 19:19

HEDEF YEK IN, LÊ NAVGÎN CUDA NE

HEDEF YEK IN, LÊ NAVGÎN CUDA NE

Wezîrê Karên Derve yê  Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand,  hizra Kombesta Dewletên Erbî ya li ser şandina Sûriyeyê hêzên aştîparêz, pêdivî bi şîrovekerineke zêdetir  heye.  Mijara han bû yek ji mijarên navendî yên gotûbêjên di navbera   Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Yekîtiya Îmaretên Erebî  Şêx Abdulla ben Zayed el Nahayan de.

Hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Îmaretê, piştî pejirandina  ji aliyê Kombesata Dewletên Erebî ve bîryarnameya  şandina Sûriyeyê hêzên aştîparêz, li Moskowê hat lidarxistin.  Di bîryarmaneyê de Kombesta Erebî ragihand ku pêwendiyên xwe bi Şamê re qut dike û her wisa bang li YN kir, ku hêzên aştîparêz ên hevbeş bişînin Sûriyeyê.  Di press-konferansê de Sergey Lavrov ragihand, ku hem Rûsya, hem jî Kombesta Dewletên Erbî hewil didin, piştgiriya gelê Sûriyeyê bikin û rijandinê xwînê bidin sekinandin. Lê belê, li gorî nêrîna Lavrov, mekanîzmên vê yekê hê ne hatine amadekirin. Her çi mîsyona aştîparêz e, Lavrov giot, hêlên wê yên huqûqî jî tam zelal nînin:

«Em pêşniyara han lêkolîn dikin û hêvî dikin, ku hevalên me yên ji Kombesta Dewletên Erbî hin xalan wê ji me re şîroveke bikin.  Bi taybetî, ji bo şandina hêzên aştîparêz, divê razîbûna Sûriyeyê hebe.  Ya duda jî, beriya şandina Sûriyeyê hêzên aştîparêz,  qe na, li ser îlankirina agirbestê  divê lihevhatineke hebe.  Lê, bela di wir de ye, grûpên çekdar ên li Sûriyeyê, ku li dijî hêzên rejîmê şer dikin,  ji aliya tu kesê ve nayên kontrolkirin.  Me, pirsa han di vê hevdîtinê de li gel hemkarê xwe jî gotûbêj kirin.  Em hêvî dikin, ku di demekî nêz de emê  bi gotûbêjên li gel hemkarên xwe yên Ereb ve,  dikarin  derfetên huqûqî û pratîk ên   pêşniyara Kombesta Dewletên Erbî ya li ser Sûriyeyê ronî bikin».

 Sergey Lavrov got, pêşniyara Kombesta Dewletên Erbî ya li ser lidarxistina li Tûnîsê konferansa  `Dostên Sûriyeyê` jî pêdivî bi şîrovekirinê heye.  Wî her wisa bersiva wê pirsî ne da, ka Rûsya wê beşdarî wê konfernasê bike, an na:

« Eger ewê bibe konferansê, ku ош yekîtiya hemû hêzên Sûriyeyê pêk bê, dê bi nêrîna min, ewê bibe pêngaveke baş.  Lê eger ewê bibe  bi tenê `dostên` hin grûpên opozîsyona Sûriyeyê,  hingê ewê  dê xizmeta armanca Kombesta Dewletên Erbî ya ji bo destpêkirina diyaloga navxweyî nake,  ku me jî bi awayekî çalak piştgiriya wê dikir».

Sergey Lavrov tekez kir, ku ji bo çareserkirina krîzê Sûriyeyê, Rûsya dixwaze bi awayekî çalak hevkarî li gel Kombesta Dewletên Erbî bike. Bo nimûne, Civata Hevkariya Dewletên Erebî yên Kendava Farsî dikare ji bo hevkariyeke wisa re bibe zemîneke baş.  Lavrov bi bîr xist, ku Rûsya pêşnîyara lidarxistina hevdîtineke awarte ya wezîrên karên derve yên Rûsya û wan welatan a  li ser pirsa Sûriyeyê kiriye.

  •  
    û parve bike