17 2 2012, 15:00

Li Rûsyayê dengdana pêşwext a ji bo hilbijartina serokatiyê destpê bû

Li Rûsyayê dengdana pêşwext a ji bo hilbijartina serokatiyê destpê bû

Li Rûsyayê proseya dengdana pêşwext a ji bo hilbijartina serokatiyê destpê

Li Rûsyayê proseya dengdana pêşwext a ji bo hilbijartina serokatiyê destpê bû.  Gavanên gakuviyan û deryavan, kaşîfên cemserê û jeolog, karkerên kanzayên zêr û hemû kesên ku di 4-ê Adarê de niakrin bên ser sindoqan, wê ji 17 Sibatê heya 3 Adarê dikarin  dengên xwe bikar bînin.

Di Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê de qonaxweke germ destpê dibe. Dengdana pêşwext, di proseya hilbijartinê de prosedureke girseyî nîne, bi giştî nêzîkî ji %1 hilbijêrên Rûsyayê beşdarî lê dikin, lê belê ji karmendên Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê re proseyeke herî dijwar e.  Ew li ser pişta gakuviyan, bi wesayîtên erazîyê û helîkopteran  hewil didin, ku xwe bigihînin hemû ciyên dûr û asê ku hilbijêr lê hene. Û karmend bi mecbûrî sindoqên seyar digihînin wan.

Cîgirê serokê Navenda Lêkolînên Sîyasî Sergey Mîxeyev dibêje, zagonên Rûsyayê, ji her kesê re, derfeta dangdanê dide: "Dengdanên pêşwext li gorî zagonan ji ber wê yekê tê lidarxistin, kesên, ku di roja hilbijartinê de nikarin dengê xwe bidin, bikaribin beriya hilbijartinê deng bidin. Ji wan re derfetekî wisa di maweya du hefte beriya hilbijartinan de tê dayîn.  Pratîka han li cîhanê bi giştî  tê bikaranîn".

Endamê Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê Rûsyayê Siyabşah Şapiyev dibêje, li Rûsyayê dengdana pêşwext li herêmên mîna Rojhilata Dûr, herêmên Sîbîryayê û Ûralê û li herêmên bakûr tên lidarxistin: "Lîsteya deverên dûr û yên asê, bi zagonê hatine destnîşankirin. Îro 83 subjeyên Rûsyayê hene û  bi tenê 37 ji wan wekî deverên dûr û asê hatine qebûlkirin".

Hilbijêrên Rûsyayê dikarin li derveyî welêt jî, bi awayekî pêşwext dengê xwe bidin. Li gorî hesabên pêşîn, zêdetir ji 80 hezar welatiyên Rûsyayê, yên ku li derveyî welêt dijîn, wê dengên xwe bi awayekî pêşwext bidin. Lê bi giştî, di hilbijartinên serokatiya Rûsyayê de, wê 96 hezar sindoq li Rûsyayê bi xwe û 384 sindoq jî, li 147 welatên biyanî bên danîn.

  •  
    û parve bike