29 2 2012, 13:46

Parlamentoya Rûsyayê dest bi reformên sîyasî kir

Parlamentoya Rûsyayê dest bi reformên sîyasî kir

Parlamentoya Rûsyayê dest bi reformkırına sistema sîyasî ya Rûsyayê kir.

Parlamentoya Rûsyayê dest bi reformkırına sistema sîyasî ya Rûsyayê kir.  Li gorî guhartinan, wê walîyên herêmê bi hilbijartinan bên ser kar û partiyên sîyasî jî bêyî komkirina bi dehan hezar îmzeyan, wê bên tomarkirin.  Paketeke projezagonan  li ser wan mijaran êdî ji aliyê parlementaran ve hat pejirandin. Partiyên ji derveyî parlamentoyê jî cara yekemîn beşdarî li wan gotûbêjan kirin.

Yek ji projezagonan, ku hatiye pejirandin, bi awayeke cidî tomarkirina partiyên sîyasî asantir dike.  Ji bo damezrandina partiyeke sîyasî êdî ne  çil hezar, lê belê bi tenê 500 kes têrê bike.   Pêşniyara han bû sedema  gengeşeyên  dûr û dirêj. Nûnerên partiyên parlamentoyê dijî  vê pêşniyarê bûn. Bi taybetî, li gorî nêrîna Komûnîstan, zagona han pir lîberal e. Lê belê partiya desthilatê `Rûsyaya Yekgirtî` di şexsa serokê fraksiyonê de piştgirî da projezagonê:

" Her kesên ku bixwazin,  bêyî dijwariyan, wê bikarin partiyeke sîyasî bidin tomarkirin.  Ji ber ku hemû asteng û sînordarî êdî hatin rakirin.  Bê guman, ev yek berpirsiyariyeke cidî jî datîne ser wan kesan, ku bi sîyasetê ve mijûl dibin û ser civaka sîvîl bi giştî.   Ji ber ku bi tu awayî divê neyê hîştin, ku kesên tesadufî, an jî, kesên ku sîyaset li gorî berjewendiyên xwe yên teng bikar tînin, bên  sîyasetê".

Projezagona din jî li ser hilbijartina serokatiyê ye.  Vê gavê divê namzedên serbixwe ji bo piştgiriya xwe 2 mîlyon îmze kom bikin. Lê bi zagona nû, hejmara han êdî heta 300 hezarî hatiye kêmkirin.

Ji bilî wan, tê plankirin, ku  walîyên herêman jî bên hilbijartin.  Patîyên sîyasî dikarin namzedên xwe  pêşniyar bikin, lê belê divê ji pêş de bi serokatiyê re bişêwirin.  Ji xwe mercê dawî  di parlamntoyê de bû sedema nerazîbûna opozîsyonê. Nêrîna lîderê Partiya `Rûsyaya Dadwe` Sergey Mîronov  li ser merca han wisa ye:

"Em dijî  vê parzûna serokatiyê ne, ku li gorî wê, divê partiyên sîyasî beriya pêşniyarkirina namzedên xwe  bi serokê dewletê re bişêwirin. Ev yek nayê qebûlkirin û  em pêşniyar dikin, ku normê han bê rakirin".

Nûnerên partiyên derveyî parlamentoyê: `Yabloko`, `Welatparêzên Rûsyayê` û `Doza Rast`  piştgirî dan destpêşxeriya serokatiyê.  Lê pêşniyara wan bi xwe jî hene:  ew tekez dikin,  ji partiya re îzîn bê dayîn, ku beriya hilbijartinan bikaribin blokan çêbikin.  Lê lîderê `Yabloko`yê Sergey Mîtroxîn ragihand, ku divê hilbijartina walîyan di demeke nêz de bê vegerandin:

"Bi nêrîna min,  divê Dûma bi pejirandina vê zagaona nû ve bîryareke bistîne, ku piştî qebûlkirina zagonê herî kêm di maweya  6 mehan de hilbijartinên walîyan bên lidarxistin".

Nûnerên partiyên opozîsyonê, ku di parlamentoyê de neyên temsîlkirin, ji  gotûbêjan razî man, her çend ew gazincan kirin, ku ji wan re mafê axaftinê ne hat dayîn.  Lîderê bizava `Eniya Çep` Sergey Ûdaltsov dibêje,  di hin mijaran de nêrînên me wekî hev bûn, lê di hin mijaran de cuda bûn.  Nûnerên opozîsyonê xwe amade dikin, ku pêşniyarên xwe pêşkêşî parlamentoyê û serokatiya dewletê bikin.

 

  •  
    û parve bike