7 3 2012, 13:25

Hilbijartinên 2012 ji bo reforman çekeke vekirî ye

Hilbijartinên 2012 ji bo reforman çekeke vekirî ye

Vladîmîr Pûtîn ji civaka Rûsyayê çekeke vekirî stand.

Vladîmîr Pûtîn ji civaka Rûsyayê çekeke vekirî stand.  Û hedefa vê  krediya baweriyê heye, ango civak li bendêye ku desthilat hem di warê sîyasî, hem  jî sosyal de reforman pêk bîne. Û Pûtîn  amadeye ku reformên han bi opozîsyonê re pêkve pêk bîne û opozîsyon jî, divê dev  ji xwepêşandanên protestoyî berde û derbasî li hevrikiyeke sîyasî bibe. Nêrîna piraniya analîstên, ku serkeftina Pûtîn şîrove dikin, bi wî cureyî ne.

 Gerçî opzîsyona Rûsyayê ya derveyî sîstemê, ji qebûlkirina rewatiya hilbijartinan zêde ders dernexistiye.  Hêj beriya hilbijartinan bîryar hatibû standin, ku encamên dengdanê çawa dibe bila bibe, li Moskowê di Meydana Pûşkîn de wê mîtînga opozîsyonê bête lidarxistin. Li gorî daneyên hêzên ewlekarî, di 5 Adarê de nêzîkî 15 hezar kes  li meydanê civiyan.  Daxwazên sereke yên xwepêşandêran: hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê, yên serokatiyê û reformên berfireh bên pêkanîn.

Serokê Fona `Strategiya 2020` Mîxyaîl Remîzov dibêje, senaryoya vê mitîngê eynî wekî ya xwepêşandanên meha Kanûna Pêşîn bû: "Mijarên berê, ku opozîsyon li dor wan kom bûbû, bi taybetî jî mijara hilbijartinên durust,  vê gavê zêde aktuel nînin. Kampanya hilbijartinan êdî derbas bûye.  Divê niha opozîsyon, li ser sedemên misoger li gel desthilatê muxalefetiyê bike. Bizavên protestoyî ji bo pêşketina partiyên nû tên organîzekirin û paşê ewê beşdarî li hilbijartinên herêmî, yên waliyan û yên federal bibin".

Yek ji partiyên nû, dikare ji aliyê namzedê serbixwe yê hilbjartinên bihurî, Mîxayîl Proxorov ve  bê damezrandin. Li gorî nêrîna eksperan, 8 selef dengan ku Proxorov wergirtiye, têrê dike, ku partiya wî beşdarî sîyaseta lîga bilind bibe. Çavder her wisa tekez dikin, ku di demekî nêz de wê gelek partiyên nû bên damezrandin.

Ji xwe di encamê reforman de, ku desthilat êdî dest bi pêkanîna wan kiriye, li Rûsyayê wê rengarengiya partiyên sîyasî zengîntir bibe.  Mîxayîl Remîzov dibêje, xwepêşandanên bihurî gihîştine armancên xwe, ji ber ku piraniya daxwazên ku hatibûn pêşxistin,  di bernameya hilbijartinê ya Pûtîn de hatine destnîşankirin:

"Di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de Pûtîn  behsa guhertinên di warê sosyal de, tedbîrên li dijî mîgrasyona nezagonî û têkoşîna li dijî gendeliyê di pergala dewletê de kirin.  Pûtîn wekî lîderekî axivî, yê ku guh dide daxwazên opozîsyonê".

 Cîgirê serokê Navenda Bimodelkirina Pêşveçûna Stratêjîk Grîgorî Trafîmçûk dibêje, divê desthilat pêkanîna sozên xwe jî bi paş nexe: "Hema mafê civakê heye, ku ji  îro pê ve pêkanîna sozên hatine dayîn, di pratîkê de bibîne.  Guhertinên han dikarin di warê aborî de, an jî di warî jiyana sosyal de bên pêkanîn. Desthilat dikare yekser ji guhertina kadroyan destpê bike, û kesayetên nû nîşanî civakê bike".

 Sîyasetzan bawer dikin, ku guhertinên li Rûsyayê wê zêde dereng namînin. Ji xwe desthilat amadeye ku bi opozîsyonê re hevkariyê bike.

Pûtîn piştî hilbijartinan, di hevdîtina xwe yê li gel rikberên xwe jî diyar kir, ku ew ji hevkariyê re amadeye.  Pûtîn bang li wan kir, ka werin bi hev re dest bi lêgerîna riyên guncan ên çareseriyê bikin.

 Di vê navberê de li Rûsyayê reform êdî destpê bûne.  Paketeke projezagonan, ku pêşbîniya guhertina sîtema siyasî dike, li Dûmayê hat gotûbêjkirin. Û hema piştî hilbijartinan, di 5 Adarê de serokkomar Dmîtriy Medvedev ragihand ku Civata Makezagonê kom wê bibe û tê de pirsên girêdayî bi guhertinên di qanûna bingehîn de  bên gengeşekirin.  Ev yek diyar dike, ku desthilat cidî ye û dev ji reforman bernede.

 

 

  •  
    û parve bike