Şîrove, Civak
Vê gavê di weşanê de
Emerîka qebara alîkariyê ji bo opozîsyona Sûryê dupat kir
   
 
   
 
   
 
   
 
Li Tirkyayê ji sucdarên jehrkirina welatiyên Rusyayê 90 sal cezayê zindanê hate birîn
Der dora Şamê hate topbarankirin, di encamê de sê kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 20 kesî birîndar bun
Li Bakurê Îraqê di encama rêzek teqînan ne kêmî pênc kesî bune qurban
Şanda hukmeta Sûryeyê ya gotubêjan bi opozîsiyonê re ji serok wezîr, cigîrê wî û ji sê nunerên kabîneyê pêk tê
Îran niyêt dike beşdarî konferansa navnetewî li ser Sûryeyê bike
Sîyaset Aborî Civak Zanist û Teknîk Çand Werzîş

Guftûgoyên derbarê sazkirina hukûmeta nû ya Rûsyayê destpê kirin

Tegî: Şîrove, Civak
 
8.03.2012, 19:32
Vê rûpelê çap bike Ji hevalê xwe re bişîne Li blogê zêde bike
Guftûgoyên derbarê sazkirina hukûmeta nû ya Rûsyayê destpê kirin
Photo: RIA Novosti

    Serokkomarê hilbijartî yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn roja Pêncşemê dest bi guftûgoyên sazkirina hukûmeta nû ya Rûsyayê kir. Vladîmîr Pûtîn derbarê wê yekê de li Soçîyê di hevdîtina bi serokkomar Dmîtrîy Medvedev re ragihand. Hevdîtina herdu lîderan li Soçîyê li rezîdansa li ``Krasnaya Polyanayê`` pêk hat.

     Dmîtrîy Medvedev ji ber serkeftina Vladîmîr Pûtîn ya di hilbijartinên serokkomarîyê de ew pîroz kir. Em bi bîr bînin, ku Komîsyona Navendî ya Hilbijartinan encamên fermî yên hilbijatinên roja 4`ê Adarê ragihand. Pûtîn di wan hilbijartinan de 63 selefên dengan wergirt.

     Dmîtrîy Medvedev got, ku ``encamên hilbijartinan eşkere ne û welatîyên me bawerîya xwe bi wê arasteyê tînin, ya ji alîyê dewletê ve tê rêvebirin. Di wan demên dawîyê de me bi hev re bingeha aborîya nû saz kir û ew modernîze kir. Erkên gelek giring yên wek dabînkirina ewlekarîyê, parastina taybetmendîyên bergirîyê û piştgirîkirina têkilîyên bi welatên din re li pêşîya welatê me ne``.

    Vladîmîr Pûtîn ji bo pîrozkirinê spasîya Dmîtrîy Medvedev kir û destnîşan kir, ku di pêşerojê de jî wê bi hev re bixebitin.

    Vladîmîr Pûtîn got, ku ``erka me ya sereke parastina dîyarde û tempoyên baş yên makroaborîyê yên di wan salên dawîyê ne. Me bi hev re erkên sosyal pêk anîn, ku bi rewşa aborîyê ya baş ve dikarin bêne çareserkirin. Îro jî em dest bi guftûgoyên sazkirina hukûmeta nû ya Rûsyayê dikin``.

    Sondxwarina serokkomarê nû wê roja 7`ê Gulanê bête lidarxistin. Heta roja 7`ê Gulanê hukûmeta niha wê karê xwe berdewam bike. Hukûmeta nû jî di dawîya meha Gulanê wê dest bi xebata xwe bike. Ihtimaleke mezin Dmîtrîy Medvedev wê bibe serokwezîrê nû û mimkun e, ku di naveroka hukûmeta niha de hinek guhertinan pêk bîne.



Arşîva programên me

Derbarê Rûsyayê de

Derbarê Rûsyayê de

© 2005-2013 Dengê Rûsya
Derbarê xwe de
 
Rambler's Top100