12 3 2012, 16:52

LUKOIL pozîsyona xwe li Îraqê xurtir dike

LUKOIL pozîsyona xwe li Îraqê xurtir dike

Şîrketa Rûsyayê LÛKOÎL dikare paya şîrketa Norwêjê Statoîl ya di kanzaya Îraqê Kûrna-2 ya Rojhilatê de bikirre.

Şîrketa Rûsyayê LÛKOÎL dikare paya şîrketa Norwêjê Statoîl ya di kanzaya Îraqê Kûrna-2 ya Rojhilatê de bikirre. Ajansa Bloomberg xwe dispêre  wezîrê petrolê yê Îraqê û radigihîne, ku peymana gengaz êdî ji aliyê   Bexdayê ve hatiye pejirandin. Di encamê de  LUKOÎL wê bibe xwedî 75 selef paketa payên kanzaya Kûrna-2. Yedekên petrolê yên vê kanzayê bi qasî 13 mîlyar bermîl tê nirxandin, lê belê aliya Îraqê tekez dike, ku baresta yedekan dikare bigihêje 43 mîlyar bermîlan.

LUKOÎL peyman ji bo dernaîna petrolê li kanzaya Kûrna-2 ya li başûrê Îraqê, di sala 2010 de îmze kiriye. Di maweya wan du salan de xebatên amadekariyê û organîêzasyonê hatine pêkanîn: herêm ji mayînan hat paqijkirin, jêrxaneyên mîna rê û qad, xaniyên ji bo karkeran  hatin  avakirin û vekolanên ceribandinê hatin pêkanîn.

Press-sekreterê LUKOÎL Grîgorî Volçek ji peyamnêra `Dengê Rûsya`yê Natalya Şerbakova re got, ku îsal li kanzaya Îraqê wê karên berfireh destpê bibin:

"Em plan dikin ku îsal dest bi kolana grûpeke bîran û kişandina lûleyên navxeyî bikin. Her wisa îsal wê xeta sereke      ya hinartinê, parka tankeran bên avakirin, ji îsgeha elektrikê re ya ji bo dabînkirina dezgehan bi elektrîkê ve wê xeta gazê bê kişandin û projeyên  dem dezgehên petrolê  bên çêkirin".

Projeya Kûrna-2 ya Rojhilatê zû bi zû pêş dikeve û baresta veberdêriyê her tim zêde dibe.  Par baresta veberdêriyê 200 mîlyon dolar bû, lê îsal ew çendîn car zêdetir bûye. Grîgorî Volçek dibêje, di demekî nêz de li vê kanzayê wê çend hezar kes dest bi kar bikin û lewma jî divê kadrên netewî yên bi qalîfîye bên amadekirin:

"LUKOIL ji sala 1984-ê vir ve bi amadekirina kadrên Îraqî ve mijûl dibe. Li gorî peymanê ku bi Wezareta Petrolê ya Îraqê ve hatiye îmzekirin, xebata han di sê hêlan de tê meşandin: perwerdeya pênc salî ya xwendavanên Îraqî li zankoyên Rûsyayê,  stajyeriya mehane, an jî salane ya  li tesîsên LUKOILê. Heya niha bi sedan xwendevanên Îraqî li Rûsyayê perwerdeya bilind a endazyariyê standine û hejmara stajyeran jî gihîştiye nêzîkî hezar kesan".

Pisporên Îraqî, yên ku li Rûsyayê xwendine, ne tenê li dezgehên LUKOILê, lê her wisa  li kanzayên petrolê yên din ên Îraqê jî kar dikin.

Tê plankirin ku dernaîna petrolê ji kanzaya Kûrna-2 ya Rojhilatê wê di sala 2014 de destpê bibe.  Beriya bi demekî serokê LUKOILê Vahît Elekberov bi rêveberiya Îraqê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de her du alî derfetên berfirehkirina xebata şîrketê li Îraqê gotûbêj kirin.

 

 

  •  
    û parve bike