25 3 2012, 15:06

43,7 milyon welatiyên Rûsyayê, sala çûyî, serdana welatên biyanî kirne

43,7 milyon welatiyên Rûsyayê, sala çûyî, serdana welatên biyanî kirne

Serokê ajansa` Rostûrîzma` Aleksandr Radîkov ragihand, ku 43,7 milyon welatiyên Rûsyayê, sala çûyî, serdana welatên biyanî kirne.

Serokê ajansa` Rostûrîzma` Aleksandr Radîkov ragihand, ku 43,7 milyon welatiyên Rûsyayê, sala çûyî, serdana welatên biyanî kirne. Ji wan 14,5 milyon ev serdan jibo vehesînê, pêkanîne. Wek Radkov dibêje, ku tûrîstên Rûsyayê bêtir serdana Turkye û Çîn dikin. Di heman demê de, Radîkov dsetnîşankir, ku jimara tûrîstên Rûsyayê jibo Misrê sala çûyî heya 34% daket. Her weha, Radîkov ragihand, ku 25 milyon tûrîst di sala 2011-an de serdana Rûsyayê kirne. Li gor zaniyariyên rêxistina navnetewî ya tûrîzmê, Rûsya ciyê 13-an di ratinga welatên tûrîstî de, girtiye. Li gor Radîkov, ev encam jibo Rûsyayê ne xerabe.

  •  
    û parve bike