Serokê Amerîkayê, Barak Obama, roja Sêşemê li Sêûlê ragihand, ku ewlekariya cîhanê bi biryara, ku komcivîna navnetewî ya ewlekariya atomê wê bistîne, girêdayî ye. Komcivîn roja didwan li peytexta Korya Başûr, Sêûlê birêvediçe. Civîna pêşîn ya vê forûmê jibo xatirê hevkariya di warê bihêzkirna ewlekariya atomê de, birêveçû. Ajansa `Înterfaks` ragihand, ku serokêAmerîkayê destnîşankir, ku Amerîka erkên xwe yên di civîna sala 2010-an qebûl kirbû, pêktîne. Obama ragihand, ku Amerîka tedabîrên xurt jibo misogerkirna ewlekariya matiryalên atomê, stendiye. Di heman demê de, Obama bangî hişyariyê kir, jiber xetere terorîzma atomê ser ewlekariya navnetewî, berdewame. Obama destnîşankir, ku li gelek herêmên cîhanê, matiryalên atomê hîn hestyarin.