Rêberê beşê teknolojiya atomê yê Fona `Skolkov`, Dênîs Kovalêvîç ragihand, ku zanyarên Rûsyayê destbi ezmûnkirna sotemeniyê jibo mekînên enerjiya atomê, ku di pêşerojê de wê jibo keştiyên ezmanî bên bikaranîn, kirin. Wek Kovalêvîç dibêje, ku amadekirna mekînên enerjiya atomê, bê astangî birêvediçin. Ezmûnkirna mekînê ser zemînê, gerek di sala 2014-an de destpêbibe, lê di sala 2017-an de, mekîne divê jibo firîna ezmên, amadebe. Zanyar ragihand, ku Amadekirna vê mekînê, bêyî berkêşiya pisporên biyanî birêvediçe. Dênîs Kovalêvîç wisa got: ` Ev proje tam Rûsî ye`. Roskosmos destnîşandike, ku moşekên hilgir yên Rûsyayê `Proton` û ` Angara` wê cîbecîkirna mekîna enerjiya atomê li ezmên, misoger bike.