6 4 2012, 14:41

Partneriya nû ya Rojava û Îslamîstan

Partneriya nû ya Rojava û Îslamîstan

Li Misrê tomarkirina namzedan ji bo postê serokkomariyê bidawî dibe.  Bizava `Birayên Misliman` jî namzedê xwe destnîşan kirin, lê  di serî de nexwestin  ji bo postê han nûnerê xwe pêş bixin.

Li Misrê tomarkirina namzedan ji bo postê serokkomariyê bidawî dibe.  Bizava `Birayên Misliman` jî namzedê xwe destnîşan kirin, lê  di serî de nexwestin  ji bo postê han nûnerê xwe pêş bixin.  Belam, paşê bîryara wan hat guhertin.  Roja pêncşemê çalakvanê navdar ê `Birayên Misliman` Xeyrat eş-Şatr  belgeyên xwe ji bo tomarkirinê pêşkêş kir.  Li gorî nêrîna çavdêran,  gava han senaryoyên kampanya hilbijartinê guherand.

Gelo eksper kampanyaya han çawa pêşbînî dikin? Li ser vê mijarê nêrîna şîrovegerê me Yevgeniy Yermolayev wisaye:

"Birayên Misliman ên Misrê ji bo bidestxistina desthilatê gaveke nû avêtin.   Ew, li gel partiya `En Nûr` di parlamentoyê de piraniyeke mutleq in û komîsyona  amadekirina makezagona nû jî bi giranî ji nûnerên wan pêk tê.  Û eger nûnerê wan postê serokkomariyê jî bigre, dê ewê dikarin jiyana civakî ya Misrê bi tevayî kontrol bikin.  Di her haletê de aşkereye, ew bizava sîyasî ku di serdema rejîma Mubarek de dihat tepisandin, bi lezgînî ber bi lûtkeya desthilatê ve hildikşe".

Bê guman, mirov dikare ev yek wekî reaksiyoneke  civakê ya li hember  zextên li dijî Birayên Misliman jî binirxîne, ku rêjîma  berê dida meşandin.  Belam ji bilî wê, faktorên din jî hene, ku destê îslamîstan xurtir dikin. Yek ji wan fînasekirineke biîstîqrar û ya din jî, piştevaniya cîranên hêzdar ên herêmê ye.  Lewma jî, hemleya partiyên îslamî yên Misrê, Tûnîsê û yên welatên din ya ber bi desthilatê ne şaşwazkere. Ew, proseyeke asayî ya domokratîk e, herçend çend taybetmendiyên xwe yên herêmî  jî hene. Lê belê tiştê ku dibe sedema fikaran,  fealiyeta wan grûpan e, ku hemwelatiyên xwe yên ku li gorî nêrîna wan `minafiqin`,  dikujin. Ev êdî ne têkoşîneke sîyasî ye, lê rasetrast terorîzm e.  Lê ya balkêş ev e, ku li Rojavayê hîn zêdetir piştevaniya van grûpan dikin, ku tova şerê navxweyî direşînin.

Li ser mijara han nêrîna Vîktor Nadeyîn-Rayevskî  wisaye:

"Rojava beşdarî li bûyerên amadekariya `buhara Erebî`  kir. Li gorî agahiyên hin  rêxistinan, nêzîkî 120 navendên rojavayî yên zanistî û   propogandayê ji bo komên înternetê  lîder amade kirin, û hînî wan kirin, ka ji bo protestoyan gel çawa bê mobîlîzekirin. Lê belê çalakvanên ku ji aliya Rojava ve hatibûn amadkirin, nikaribûn ji wan serhildanan sûd werbigrin.  Ji ber ku bandora wan, li gel bandora îslamîstan, ku bi awayekî rêkûpêk rêxistinkirî  û fêansekirî bûn, pir lawaztir   dima. Dema ku stratêjîstên rojavayê dîtin, ka bayê buhara erebî ber bi ku ve diweze,  ew bîryar girtin, ku hêlê bayê ji bo berjewendiya xwe hineke verast bikin.  Û di eynî demê de bîryar girtin, ku bi destê xelkê, xwe ji rêjimên kêrnehatî yên li herêmê xelas bikin.  Ji xwe hin dewletên herêmê, ku dixwastin bi rêgeheke serbixwe bimeşin, êdî yan hatine lewazxistin, yan jî di nîşangehê de ne. Lê kes heta niha nekariye herêmeke sax heta hetayê di bin nîşangehê de bigre.  Û bi nêrîna min, di gel pêşveçûna proseyên sîyasî yên li Rojhilata Navîn, dabeşiya hêzan li wê derê wê hê biguhere".

  •  
    û parve bike