Şîrove, Rûsya, Civak
Vê gavê di weşanê de
Emerîka qebara alîkariyê ji bo opozîsyona Sûryê dupat kir
   
 
   
 
   
 
   
 
Gotubêjkarê sereke yê Felestînê pêşniyara DYA li ser vejandina gotubêjan bi Îsrayîlê re, destek dike
Bizava `Talîban` plan dike desthilata Afganîstanê di sala 2014 bixe destê xwe
Li bajare DYA Oklahoma yê kareseta bablîsokê ru da
Artêşa Suryeyê bajarê El Quseyra dagir kir
Li Îraqê zêdetirî 100 kesî bune qurbaniyên çalakiyên terorîstî
Sîyaset Aborî Civak Zanist û Teknîk Çand Werzîş

Bajarê Rûsyayê yê kozmîkî

 
12.04.2012, 16:49
Vê rûpelê çap bike Ji hevalê xwe re bişîne Li blogê zêde bike
Bajarê Rûsyayê yê kozmîkî
Photo: RIA Novosti

    Rûsya amadekarîyên etaba nû ya fetihkirina hola kosmosê dike. Ji bo dabînkirina wan projeyên mezin ne tenê keştîyên nifşa nû pêwistin, lê her weha kozmodromên modernîzekirî jî. Tê plankirin, ku heta sala 2020`an 90 selefê keştîyan ji Rûsyayê bêne şandin.

    Demeke dirêj kozmodroma sereke ya şandina keştîyan Baykanûr bû, ku hêj di dema Yekitîya Sovyetê de hatibû avakirin. Di sala 1991`an de Kazaxistan bû dewleteke serbixwe û Baykanûr jî li ser xaka wê ye. Rûsya her sal 165 milyon dolaran wek heqê kirê dide ji bo bikaranîna wê kozmodroma dîrokî. Kozmonotê Yekitîya Sovyetê û şewirmendê zanyarî yê serokkomarê Rûsyayê Aleksander Aleksandrov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    ``Ji bo me ew erkeke gelek giring e, ku bibine xwedîyê kozmodroma xwe ya taybet û xwe ji kirêkirina Baykanûra Kazaxistanê rizgar bikin. Ber bi baykanûrê ve şandina navgînên teknîkî û binesazîyê jî ne erzan e. Her weha gereke her tim jimareke mezin ya xebatkaran jî li wê derê bimînin, ku xebatên di navbera şandina keştîyan dabîn dikin``.

    Kozmodroma nû ya Rûsyayê ``Vostoçnîy`` li herêma Amûrê tê avakirin. Di projeya kompleksê de holên startê, navenda amadekirin û şopandina tendurustîya kozmonotan û kargehên hîdrojen û oksîjenê cî digirin. Jimara tewaya objeyên bi teknolojîya bilind li dor 1500`an in. Ji wê derê şandina keştîyên bêpîlot ji bo sala 2015`an hatîye destnîşankirin. Tê plankirin, ku heta sala 2020`an nîvê keştîyên kozmîkî yên Rûsyayê ji kozmodroma ``Vosyoçnîy``ê bêne şandin. Heta wê demê keştîyên bi pîlot yên bi navê ``Rûs`` wê dewsa keştîyên serîya ``Sayuz``ê bigirin.  Konsept-projeya keştîyên bi navê ``Rûs`` ji alîyê kompanîya ``Energîya``yê ve di salona hewagerî û kosmosê MAKS-2011`an de hate danasîn. Jimara kozmonotên di nav keştîyên ``Sayûz``ê de 3 kes in. Lê, jimara kozmonotên keştîyên ``Rûs`` wê ji 6 kesan pêk bên. Kozmonot her weha wê bikaribin 500 kîlogram bar jî bi xwe bibin kosmosê. Şîrovekarê kovara ``Novostî Kozmonotîkî``yê Îgor Lîsov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    ``Madem roketên nû têne hilberandin, pêwist e kompleksa nû ya startê jî bête avakirin. Li Kazaxiztanê li kozmodroma Baykanûrê avakirina komplekseke nû ne anegorê armancê ye. Ji ber wê yekê ew kompleks li Rûsyayê tê avakirin``.

   Li nêzê kozmodroma ``Vostoçnîy``ê wê bajareke nû bête avakirin û li dora 35 hezar kesan wê li wî bajarî bijîn. Mîmaran ew yek ber bi çav kirin, ku ji bilî tûrîstên Rûs, yên bîyanî jî wê serdana wê kompleksê bikin. Ji ber wê yekê ``Vostoçnîy`` bi awayeke taybet tê projekirin. Li kozmodroma din ya Rûsyayê ya bi navê ``Plesetsk``ê wê li dora 40 selefê berdana keştîyan bêne pêkanîn. Her weha li Baykanûrê jî wê 10 selefê startan bêne pêkanîn.  



Arşîva programên me

Derbarê Rûsyayê de

Derbarê Rûsyayê de

© 2005-2013 Dengê Rûsya
Derbarê xwe de
 
Rambler's Top100