14 4 2012, 15:48

Sûrîye: agirbest berdewam e?

Sûrîye: agirbest berdewam e?

    Li Sûrîyeyê pêvajoya agirbestê destpê kir. L

    Li Sûrîyeyê pêvajoya agirbestê destpê kir. Lê, çavdêr derbarê demdirêjîya agirbestê de bi guman in. Generalê Misirî Talaat Mûsallyam li ser rewşa Sûrîyeyê wisa ragihand:

   ``Em hemû baş dizanin, ku opozîsyon dîyalogê red dike û armanca wê ya sereke çûna Beşar Esad e. Ji ber wê yekê di demeke nêz de wê li dijî hêzên leşkerî yên Sûrîyeyê provakasyon bidine destpêkirin, ku ew jî bersîvê bidin``.

    Tê destnîşankirin, ku opozîsyon tenê ji bo demekê wê bi lihevkirina agirbestîyê ve pabend bimîne. Rojnameya Brîtanî ``Finansial Times`` destnîşan dike, ku li Sûrîyeyê ji nişka ve daxwaza serhildêran ya ji bo çekên qaçax yên sivik daket. Sedema wê jî ew e, ku opozîsyon daxwaza çekên giran dike. Yek ji şervanên Artêşa Azad ya Sûrîyeyê ji rojnameya navborî re got, ku ``rejîma Sûrîyeyê bi tufekên Kalaşnîkovê ve nikare bête hilweşandin. Bi tevî tufekan ji me re roket jî pêwist in``.

    Îlankirina agirbestê ji bo opozîsyona Sûrîyeyê şanseke gelek giring e û ew jî wê wî şansî bikar bînin. Redaktorê kovara ``Natsîonalnaya Oborona``yê Îgor Korotçenko di wê derbareyê de wisa ragihand:

    ``Serhildêr agirbestîyê wê ji bo komkirina hêzên xwe û nûjenkirina êrişên li dijî hêzên hukûmeta Sûrîyeyê bikar bînin. Di wê derbareyê de li bal min tu şik tunin. Ango rewşeke wisa derdikeve holê: Şam amadebûna xwe destnîşan dike û bi lihevkirinan ve pabend dimîne. Opozîsyon jî wê hemû cureyên provokasyonan bikar bîne, ku şer dîsa destpê bike. Ji ber wê yekê daxwaza ji bo çekên giran zêdetir dibe. Opozîsyona wan çekan dixwaze, yên bikaribin li dijî artêşa bi pergal bêne bikaranîn.  Dewletên wek Turkiye, Katar û yên din yên dixwazin rejîma Beşar Esad hilweşe, wê ji bo berjewendîyên xwe yên jeopolîtîk daxwazên opozîsyonê dabîn bikin``.

   Di wan şertan de, anegorê plana Kofî Annan li dor maseyekê civandina desthilat û opozîsyonê wê ne hêsan be. Îgor Korotçenko wisa berdewam dike:

     ``Ez wisa difikirim, ku gereke tu xapînok tunebin. Armanca stratejîk ya serhildêr û welatên piştgirîyê didin wan, hilweşandina rejîma Sûrîyeyê ye. Ji ber wê yekê provokasyonên çekdarî wê berdewam bikin. Ji ber wan sedeman gereke neyê jibîrkirin, ku opozîsyon ne hevkareke pêbawer ya guftûgoyan e``.

  Niha herdu alî jî bi plana Kofî Annan ve pabend in. Lê, pirsek derdikeve holê: paşê gereke çi bête kirin? Bi tevî îlankirina agirbestê jî, provokasyon wê berdewam bikin û herdu alî jî wê hevdu tawanbar bikin.

   Wezîrê karên dereke yê Rûsyayê Sergey Lavrov destnîşan kir, ku bi Sekreterê Giştî yê NY Pan Gî Mûn re şewirîye û jê daxwaz kirîye, ku bi awayeke lez bersîvê bide rayedarkirina ji alîyê Civata Ewlekarîyê ve hatî pejirandin. Gereke bi awayeke lez çavdêrên NY ber bi Sûrîyeyê ve bêne şandin. Lavrov got ``dibe, ku provokasyon derkevin û ji ber wê yekê jî li Sûrîyeyê hebûna çavdêran gelek giring e``.

  

  •  
    û parve bike