15 4 2012, 17:57

Sekretêrê giştî yê N Y î bi efekta karê çavdêran li Sûryeyê bawere

Sekretêrê giştî yê N Y î bi efekta karê çavdêran li Sûryeyê bawere

Sekretêrê giştî yê N Y î Pan Gî Mon di w

Sekretêrê giştî yê N Y î Pan Gî Mon di wê baweriyê de ye, ku N Y dikare tîmeke çavdêran a efekt damezrîne jibo,ku rewşa Sûryeyê bişopîne .Hêjaye bi bîr anînê,ku roja şemiyê Encûmena Asayişa N Y î şandina misyoneke çavdêran ber bi Sûryeyê ve erê kir û biryareke taybet pê stend . Bi giştî wê jimara çavdêran 250 kes be . Li gora agehiyên ji N Y î hatine der dibe, ku grûpa ewil roja yekşemê ber bi Sûryê ve bête şandin . Girêdayî bi vê yekê ve balyozê Rûsya yê dayim li Encûmena Asayişa N Y î  Vîtalî Çûrkîn  got, bi saya Rûsya û hinek welatên din guhertinên ceddî di proje biryara destpêkê de hatin pêkanîn . Di heman demê de Çûrkîn  bang li hemû aliyên konflîktê kir,ku dev ji tundûtûjiyan berdin

  •  
    û parve bike