16 4 2012, 13:57

Dad kirina kujerê Nerwêjî.

Dad kirina kujerê Nerwêjî.

 Li paytexta Nerwêjê Oslo proseya dad kirina Andrês Breyvîk destpêkir. Ew bi du têraktên havîna sala par tê tawanbar kirin. Di wan teqînan de 77 mirovan jiyana xwe ji dest berdan û 150 jî birîndar ketin.

 Li paytexta Nerwêjê Oslo proseya dad kirina Andrês Breyvîk destpêkir . Ew bi du têraktên havîna sala par tê tawanbar kirin . Di wan teqînan de 77 mirovan jiyana xwe ji dest berdan û 150 jî birîndar ketin .

   Dupat hate pesend kirin,ku nerwêjiyê 33 salî ji hêla pisîkolocî ve saxleme  . Bi gotina lêkolînerên nerwêjî tenê mirovekî saxlim dikare bi vî rengî  êrîşkariyên wisa orgenîze bike .Ango ew ê weke mirovekî normal bête dadkirin .

 Breyvîk cot têrakt roja 22 meha huzêranê sala 2011 an orgenîze kir . Têrakta ewil li naverasta Oslo li nêz avayên hikûmetê pêkanî . Di encamê wê teqînê de 8 mirov hatin kuştin . Dûre berê xwe da lagerê ciwanan ê li nêzî Oslo .Li wir agir bi ser gencan de reşand û 69 mirov di cî de kuştin .

  Bê bergirî û pirsgirêk xwe radestî polîsan kir . Lê xwe gunehbar nedît . Breyvîn kirdara xwe  li dijî şepelê penaberên misilman ber bi Nerwêj û welatên Ewrûpayê şirove dike, lewma  tawana xwe di çarçova berevaniyê de rave dike .Berya çend rojan bo rojnamevan ragihand, ku  ez ne poşmanim  , belê xweska min  hinek kesên din jî bikuştana .

 Wê Breyvîk bi tometa tîrorîzmê bête dadkirin .  Li gor qanûna Nerwêjî dê maksîmom bi 21 sal zindan bête siza kirin . Girêdayî bi vê yekê ve xelkên Nerwêjê protestoyan saz dikin  û doz dikin,ku  qanûn bête sert kirin,û bi kêmanî Breyvîk heta dawiya jiyana xwe di zindanê de bimîne . Belê hinek doza bidarvekirina wî jî dikin .Lê weke parêzer Mîxaîl Salkîn dibêje, bîr û raya civakî qet nikare bandorê li ser biryara dadgehê bike .

 Çimkû  qeweta qanûna tawanê ya berupaş tune . Û eger qanûneke sert nuha bê erê kirin jî, ew li dij Breyvîk nayê bikar anîn . Dêmeg çi çêbibe jî wê Breyvîk di çarçova qanûna kevn de bê dadkirin .

 Lê di gel vê de jî, wê parêzerên tawanbar hewil bidin,ku wî ji hêwana dadgehê serbet bikin . Di vê bareyê de parêzer Geyr Lêpêstad ragihand, ku ez zanim daxwaza han ne riyale jî lê divêt ez daxwaz û ergumentên gunehbar bighînim dadgehê

  •  
    û parve bike