16 4 2012, 14:49

Di encamê şerê di navbera hêzên ewlekariya Afganistanê û çekdarên talîban de 36 talîban hatin kuştin

Di encamê şerê di navbera hêzên ewlekariya Afganistanê û çekdarên talîban de  36 talîban hatin kuştin

Di encamê şerê di navbera hêzên ewlekariya Afganistanê û çekdar

Di encamê şerê di navbera hêzên ewlekariya Afganistanê û çekdarên talîban de  36 talîban hatin kuştin

 

Ajansa Frans Pres ser asasê wezareta bergiriya Afganistanê ragihand, ku hêzên Afganistanê di encamê şerê  bi çekdarên talîbanan re li Kabûlê û sê herêmên welêt yên din 36 çekdarên vê rêxistinê kuştin û yek hêsîr kirin. Hêzên ewlekariyê 8 mirov di encamê vî şerî de windakirin. Hîn sê kesên sivîl li paytexta Afganistanê jî hatin kuştin. Talîbanan roja Yekşemê êrîşî avahiyên hikumetê, navendên leşkerî û balefirgehên li Kabûlê, her weha li herêmên Nangarhar, Logar û Paktya kirin. Şer dora 18 demjimêran li Kabûlê berdewam kir. Talîban berpirsyariya xwe di ber çalakiyên terorîstî de ragihandin. Nûnerê çekdaran ragihand, ku armanca sereke ya êrîşan balyozgeha Almanya, Birîtanya û baregeha ISAF bû. Berya demekê nûnerê talîban ragihand, ku tevgerê destbi êrîşên buharê kir.

  •  
    û parve bike