16 4 2012, 15:19

Desthilata leşkerî ya Misrê doza amadekirna zagona bingehî ya nuh berya hilbijartinên serok dike

Desthilata leşkerî ya Misrê doza amadekirna zagona bingehî ya nuh berya hilbijartinên serok dike

  Serokê Civata Hêzên Leşkerî ya Bilind (CHLB) li Misrê

 

Serokê Civata Hêzên Leşkerî ya Bilind (CHLB) li Misrê marşal Hûseyn Tantawî roja Yekşemê êvarî di hevdîtina xwe bi rêberên hêzên siyasî yên pêşeng re ragihand, ku CHLB doza amadekirna zogonek bingehî nuh berya hilbijartinên serok li welêt dike. Tantawî bitaybetî ragihand, ku veguhestina desthilatê ji leşkeran jibo serokê welêt yê nuh dive ne derengtir ji 30 Hezîranê birêvebiçe. Her weha Tantawî pêşniyarî koçkên jor û jêr yên perlemanê welêt  kir, ku bihevre bicivin jibo biryara derbarê amadekirna zagonek bingehî nuh bistînin. Li gor serokê CHLB di zagona bingehî ya nuh de dive hemû  tebeqe, grûp û olên misrî bên pêşkêşkirin. Tûra pêşîn ya hilbijartinên jibo postê serokê Misrê wê 23-24 Gulanê birêvebiçin.

  •  
    û parve bike