16 4 2012, 18:03

Opozisyonerên Sûryayê ragihandin, ku roja Yekşemê ne kêmî 28 kesan li Sûryayê hatin kuştin

Opozisyonerên Sûryayê ragihandin, ku roja Yekşemê ne kêmî 28 kesan li Sûryayê hatin kuştin

  Komîtên Koordînasyonê yên herêman yên

 

Komîtên Koordînasyonê yên herêman yên opozisyona Sûryayê ragihandin, ku di encamê gulebarana hêzên ewlekariyê de roja Yekşemê  li Sûryayê ne kêmî 28 mirovan  hatin kuştin. Zarok û pîrekek jî di nav yên kuştî de ne. Li gor nûçeyên opozisyoneran, hêzên hikumetê roja Yekşemê gulebarana hinek navçên li heremên Homs, Îdlib û Helebê berdewamkirin. Opozisyoneran desthilata Sûryayê bi ne lezandina, ku hêzê ji hinek taxan derxe û bi awakî ne qanûnî opozisyoneran digre gunehbarkirin. Wek hat ragihandin, ku li Sûryayê roja Pêncşemê serê sibehê  li gor plane nûnerê taybet yê NYî û Kombesta Welatên Erebî Kofi Annan agirbest di navbera hêzên hikumetê û opozisyona çekdar de destpêkir. Şam plane Annan qebûl kir, lê mafê, ku hêzê dijî çalakiyên terorîstî bikarbîne ji xwe re hişt.

  •  
    û parve bike