Ajansa `Press TV` roja Duşemê ragihand, ku wezîrê karê derve yê Îranê Alî Akbar Salêhî got, ku Îran û grûpa  navnetewî ya navberiyê, ku ji her 5 endamên her tim yên NYî û Almanyayê pêk tê, 14 Nîsanê bihev ji hev têbighên. Wek Salihî dibêje, Rojava têgihişt, ku Îran wê bernama xwe ya atomê ya aştane berdewam bike û dexta ji derve wê wê ji vê bernamê  venegerîne. Her weha wezîr destnîşankir, ku Îran dijî belavkirna çekê komelkuj li cîhanê ye. Gotebêjên Îranê bi grûpa `şeşan` re piştî sal û nivkî ji navberkê, roja Şemiya çûyî li Stambûlê birêveçûn. Herdu aliyan ev hevdîtin wek serkeftî nirxandin. Hat lihevkirin, ku gotebêjên bên 23 Gulanê li Begdadê birêvebiçin.