16 4 2012, 19:27

Berendamên sereke jibo postê serokê Misrê ji hilbijartinên serok da alî

Berendamên sereke jibo postê serokê Misrê ji hilbijartinên serok da alî

  Rojnama Misrê `Al-Ahram` roja Duşemê ragihand, ku Komisyona Navendî ya Hilbijartinan li Misr

 

Rojnama Misrê `Al-Ahram` roja Duşemê ragihand, ku Komisyona Navendî ya Hilbijartinan li Misrê 10 berendamên jibo postê serokê Misrê ji hilbijartinên serokê Misrê da alî. Sê ji wan: serokê saloxgêriya welêt yê berê Omar Sûleyman, berbijêrê tevgera islamî`Birayên Misilman` Xayrat aş-Şatîr û nûnerê salafyan Hazêm Salah Abû Îsmayl, wek lîderên van hilbijartinan dihatin hesêb. Bi vî awayî tenê berbijêrên, ku nerînên wan baş nermin,  wê beşdariyê di hilbijartinên serok de bikin.Li gor zanyariyên rojnamê Îsmayl di hilbijartinan de nikare beşdariyê bike, jiber hat derxistin, ku dayka wî welatiya Amerîkayê ye jî û qanûnên welêt jiber vê yekê beşdariya di hilbijartinên serok de qedexedike. Aş-Şatêr ji hilbijartinan hat bidûrxistin jiber berê hatibû girtin û jiber vê yekê jî qanûnên welêt  qedexedike, ku di hilbijartinan de beşdarbibe. Aş-Şatêr bixwe ragihand, ku mafê wî heye di hilbijartinan de beşdarbibe, jiber ew hatibû efûkirin. Sûleyman ji hilbijartinan hat bidûrxistin, jiber nîvê îmzên, ku jibo piştgirtina wî ji van hilbijartinan re  hatibûn civandin sextet derketin. Her sê berbijêran dijî  biryara Komisyona Navendî ya Hilbijartinan  istînafkirin. Raûnda pêşîn ya hilbijartinên serokê Misrê wê 23-24 Gulanê birêvebiçin.

  •  
    û parve bike