20 4 2012, 16:19

Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim: Kurd li Sûriyeyê hêzeke herî rêxistinkirî ye û em ji her rewşekê re amade ne

Delegasyona  Komîteya Koordînasyona Netewî ya Sûriyeyê, ku serokê Partiya

Delegasyona  Komîteya Koordînasyona Netewî ya Sûriyeyê, ku serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salîh Muslim jî di nav de bû, bi serdaneke durojî li Moskowê bû. Delegasyon li gel Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê li Rojhilata Navîn Mîxayîl Bogdanov û serokê Komîsyona karûbarên navnetewî yê Dûmayê Aleksey Pûşkov hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinên delegasyonê birêz Salîh Muslim bû mêvanê beşa Kurdî ya radyoya “Dengê Rûsya”yê û li ser naveroka hevdîtinan, rewşa Sûriyeyê û helwêsta alîyê Kurdan pirsên Kamîz Şeddadî bersivandin. Serokê PYD got: “Kurd li Sûriyeyê hêzeke herî rêxistinkirî ye û em ji her rewşekî re amade ne”. Hûn dikarin guhdariya hevpeyvîna birêz  Salih Muslim bikin.

 

 

  •  
    û parve bike