21 4 2012, 16:50

Doza Breyvîk – trîbûna ji bo xaçparêzan e?

Doza Breyvîk – trîbûna ji bo xaçparêzan e?

Andres Breyvîk cara sêyemîn e, ku ji bo rewşa wî ya psîkolojîk tê kontrolkirin.

Andres Breyvîk cara sêyemîn e, ku ji bo rewşa wî ya psîkolojîk tê kontrolkirin. Parêzerên wî ji dadgehê daxwaz kirin, ku ji bo nêrîna rewşa wî ya psîkolojîk ekspertîzeke din jî bête derbazkirin. Darizandina Breyvîk roja 16`ê Nîsanê li Osloyê destpê kir. Breyvîk bi xwe îdda dike, ku rewşa wî ya psîkolojîk baş e û li ser hemdê xwe ye. Ew heftîyeke ku tewaya cîhanê bi awayeke şaşwaz lixwemukurhatinên wî dişopîne.

    Roja 22`yê Tîrmeha sala par Anders Breyvîk rex avahîya hukûmetê ya li Osloyê teqîn pêk anîbû. Li wê derê di encamê teqînê de 8 kesan jîyana xwe ji dest dan. Paşê terorîst berê xwe da girava Ûtoyayê. Kampa ciwanan ya Partîya Karkeran ya Norwecê li wê giravê bû. Breyvîk bi awayeke xwînsar gule li 69 keç û xortan barandin.

    Di pêvajoya darizandinê de, Breyvîk gelek bi hedar e. Li ser pirsên derbarê pîşeya wî de, Breyvîk got, ku nivîskar e û li dijî mûltîkûltûralîzm û ji alîyê ``musulmanan ve dagirkirina Ewropayê`` dest bi ``sefera xaçê`` kirîye. Wî, dadgeh ne bi serxwebûyî û bi partîya desthilat ve girêdayî bi nav kir û daxwaz kir, ku wek leşkerekê di dadgeha leşkerî de bête darizandin. Dema di salona dadgehê de vîdeoyên  teqînên li navenda Osloyê hatinî pêşandan, Breyvîk tu hest nîşan nedan.

    Sedemên tawanbarîyên xwe bi awayeke zindî û bi hurgulî amaje dike. Pêvajoya dadgehê ji bo wî bûye wek trîbûnê û dikarin bêjin, ku bi wî awayî digihe armanca xwe. Bala Norweç, Ewropa û tewaya cîhanê kişande li ser xwe û fikr û ramanên xwe.

    Tawana sala par ji alîyê Breyvîk ve hatî pêkanîn, civata Norwecê di nav şokê de hişt û ew şok heta niha jî berdewam dike. Nezaketa li dadgehê ya li hember Breyvîk jî gelek balkêş e.Pispora Navenda Konjûktûrên Sîyasî Yevgenîya Voyko di wî derbareyê de wisa ragihand:

    ``Di rastîyê de ew yek bi konsepta humanîzmê ve girêdayî ye, ku piranîya nûnerên elîta sîyasî ya Ewropayê giring dibînin. Ew prensîp li hember tawanbarên herî xwînrij jî tê sepandin. Çalakîya terorîstî ya ji alîyê Breyvîk ve hatî pêkanîn, li tewaya cîhanê deng veda û civata navnetewî xemgîn kir. Lê, dîsa jî li Osloyê biryar hate sitendin, ku dest ji prensîbên humanîter bernedin. Ji ber, ku ew yek bi îmaja welêt re jî girêdayî ye``.

    Li vir mabest ji humanîzmê zêdetir, têgihiştina toleransîyê ya Ewropîyan e. Breyvîk jî destnîşan kir, ku hema li dijî wê yekê doz meşandîye. Bi saya wê toleransê desthilata Norwecê guh nedane ``manîfestoya`` berî çalakîyên terorîstî li înternetê de hatî weşandin. Di wê ``manîfesto``yê de Breyvîk sîyaseta mûltîkûltûralîzmê bi tundî rexne dike. Li gor nêrîna wî, her medenîyetek gereke ji yên din cudatir bijî. Ji ber wê yekê êriş li desthilata welêt hate kirin, ku mûltîkûltûralîzm bingeha prensîbên wan yên sîyasî ne. Li gor hisabên Breyvîk li Ewropayê piştî 70 salan ji dehan 6 zarok wê yên musulmanan bin.  

    Hêjayê bi gotinê ye, ku ew rewş analîtîkan gelek bêhedar dike. Li gor nêrînên wan, trajedîya meha Tîrmeha sala 2011`an semptoma pêvajoyên gelek ciddî ye, ku her diçe zêdetir civata Ewropayê parve dike. Nerazîbûnên li dijî penaberîya bê kontrol her diçe zêdetir dibin. Eger paytextên Ewropayê tedbîrên pêwist nestînin, ``doza Breyvîk`` dikare bibe destpêka tevgerên xwînrij.

   

  •  
    û parve bike