24 4 2012, 16:35

Dmîtrî Mêdvêdêv: pêkve bawerî di navbera hevkaran de divêt du alî be

Dmîtrî Mêdvêdêv: pêkve bawerî di navbera hevkaran de divêt du alî be

Yekîtiya aborî ya Ewro Asyayê divêt bibe lîstikvaneke giring li bazara

Yekîtiya aborî ya Ewro Asyayê divêt bibe lîstikvaneke giring li bazara navnetewî .Ev boçûn serokê Rûsyayê D. Mêdvêdêv li civîna berfireh a Encûmena dewletê ya Rûsyayê,ku li Krêmlinê saz bû ragihand .

 Jibo nûkirina aboriya Rûsyayê divêt  teknelocya pêşketî û pisporên zîrek di dest de hebin . Lê di heman demê de divêt  em ji hev parkirina şiyanên xwe jî ne tirsin .Bi taybetî jibo van armancan Rûsya derbasî forûmên aborî yên cuda – cuda dibe, D. Mêdvêdêv hizra xwe derbirand  û gotina xwe weha berdewam kir :

 Di nerîna min de damezrandina Gumrika yekgirtî  di navbera Rûsya,Kazaxistan û Bêlarûsyayê de destkefteke mezin bû.Gumrika yekgirtî yekem yekîtiya netewî bû,ku Rûsya beşdarî tê de kir . Me bi awakî hêja bazara xwe ya hevbeş  berfireh kir, û ew kir balkêş  jibo bazirganî û berhênanê. Û reqmên,ku bazar destnîşan dike vê yekê isbat dikin  . Lê divêt em pêşde gav bidin, û leza me jî di vê pêvajoyê de divêt li gel asta amadebûna hevkaran lihevhatî be .Di gel vê de divêt em kar bikin jibo,ku dewletên din jî ber bi  Gumrika yekgirtî ve rabêkêşîn in . Ez hêvî dikim, ku di pêşerojê de yekîtiya aborî ya Ewro asyayê dê  bibe lîstikvaneke giring li bazara navnetewî.

  Ji bilî vê yekê, D. Mêdvêdêv amaje kir, ku Rûsya amadeye peywendiyên xwe bi Y E î, rêxistina Asya-Oqyanosê hêmen, koma BRÎKS û rêxistinên herêmî  re geş bike .Lê jibo cî bi cî kirina van armancan divêt, helwesta hevkaran vekirî  û zelal be û pêkve bawerî jî  hem alî be .Lê bera tu kes hêvî neke, ku welatê me   gaveke  yek alî di wê  arasteyê de  pêkbîne . Pêwîste bizav du alî be

  •  
    û parve bike