25 4 2012, 16:00

Gelo kî aştiya Sûriyeyê xera dike?

Gelo kî aştiya Sûriyeyê xera dike?

 Rewşa li Sûriyeyê ne bi tenê ji aliya çavderên NY ve, lê her wisa ji aliya satalaytên esmanî ve jî tê şopandin.

 Rewşa li Sûriyeyê ne bi tenê ji aliya çavderên NY ve, lê her wisa ji aliya satalaytên esmanî ve jî tê şopandin. Lê belê ev yek jî nekarî pêşiya pevçûnên nû yên di navbera artêşa hukumetê û opozîsyonê de bigre. Agirbesta fermî ya ji 12 Nîsanê bi berdewamî tê xerakirin.

Li bajarên Hema, Zabadanî û Dûmayê hêzên hukmetê dîsa taxên bajaran dan ber guleyan.  Li gorî daxuyaniya hukumetê, li wan deran terorîstên çekdar xwe veşartine.  Lê, opozîsyon îdîa dike, ku taxên bajaran bûn hedefa gulebarana artêşê.

Li Şamê jî tund û tûjî bilind dibe. Li navendê bajêr otomobîleke bobmebakirî teqiya û di encamê de sê kes mirin û gelek birîndar hene.  Li gorî nêrîna desthilatê, çalakî ji aliya grûpên terorîst ve hatiye organîzekirin. Li nêzî bajarê Şamê jî du serbazên artêşa hukumetê hatin kuştin.

 Tevî lihevkirina li gel NY, Şam artêşa xwe ji bajaran dernexist û wesayîtên zirxdar tê de hîştin.  Berdevkê nûnerê taybet ê NY û Kombesta Dewletên Erebî Kofî Annan- Ehmed Fewzî ji ber vê yekê rexne li hukumeta Sûriyeyê digre. Ehmed Fewzî ev yek bi wêneyên satalaytê ve jî piştrast dike. Kofî Annan ji kursiya Civata Ewlekarî ya NY ji ber xerakirina agirbestê fikarên xwe anî ziman.

Kofî Annan roja sêşemê banga lezkirina şandina li Sûriyeyê çavdêrên neçakdar ên NY kir. Vê gavê tê de grûpeke ji 10 kesan hatiye bicihkirin. Bi giştî divê hejmara wan 300 kes be. Ev bîryar ji aliya Civata Ewlekarî ya NY ve hatiye girtin. Lê belê, li gorê nêrîna hin eksperan, ji bo şandina bi tenê 100 çavdêran, herî kêm mehek wext pêwîst e.

 Ji layekî din, rojhilatzan Îrîna Zvyagelskaya tekez dike, ku zêdebûna hejmara çavdêran jî nikare pêşiya krîzê bigre.

"Heta eger hejmara çavdêran zêdetir be jî, rewş li wê derê êdî ketiye nedêrê. Şer, wê hê demeke dirêj bajo. Bi nêrîna min, vê gavê kes nikare tişteke radîkal bike. Mirov dikare Esed tawanbar bike, ku ew teknîkên giran ji hemû bajêran dernexistin. Lê Esed jî dikare opozîsyonê tawanbar bike, ku  terorîst û grûpên çekdar rehet nesekinin. Û ew nikare bajarên han bê parastin bihêle. Û di encamê de pevçûn berdewam dike".

Roja çarşemê şandeke din a opozîsyona navxweyî ya Sûriyeyê serdana Moskowê kir.  Ew, nûnerên Eniya Netewî ya ji bo Rizgariya Sûriyeyê ne.  Di rojevê de dîsa heman pirs hene: gelo şîdet çawa bê rawestandin.

Serokê şandê Qedrî Cemal ragihand, ku ` nisbeta objektîv a hêzan li Sûriyeyê, diyar dike, ku divê hemû alî dest bi gotûbêjan bikin`.  Cemal her wisa da zanîn, ku pêşxistina vê gavê qedera serkkomarê Sûriyeyê Beşar Edes ne helwêsteke demokratîk e.  Roja pêncşemê dê Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û serokê komîtyea Senatoya Rûsyayê ya karûbarên navnetewî Mîxayîl Margelov li gel opozîsyona Sûriyeyê bicivin.

 

  •  
    û parve bike