28 4 2012, 13:35

Sekreterê giştî yê NYî Pan Gî Mûn sersaxiyên xwe ji goryên di encamê çalakiyên terorîstî de li Dnêpropêtrovskê anîn ziman

Sekreterê giştî yê NYî Pan Gî Mûn sersaxiyên xwe ji goryên di encamê çalakiyên terorîstî de li Dnêpropêtrovskê anîn ziman

    Suxra presê ya NYî ragihand, ku sekreterê giştî yê NY

 

 

Suxra presê ya NYî ragihand, ku sekreterê giştî yê NYî Pan Gî Mûn, ku serdana Hindistanê dike, derbarê ne rehetiya xwe ya cedî ji teqînên li Dnêpropêtrovskê, ku roja Înê  qewimîn anî ziman.  Di ragihandina suxra presa NYî de, ku roja Înê hat belavkirin tê destnîşankirin, ku :`Sekreterê giştî jiber nûçeyên derbarê teqînên li bajarê Dnêpropêtrovskê li Ûkranyayê, ku di encam de 29 kes birîndarbûne û ji wan 9 zarokên  pir ne rehete`.   Her weha suxra presa NYî ragihand, ku Pan Gî Mûn `sersaxiyên xwe yên ji dil` jibo gelê Ûkranyayê tîne ziman û hêviya rehetbûnek bilez ji birîndaran re dike. Roja Înê biroj çar teqîn li ciyên cuda yên bajarê Dnêpropêtrovskê qewimîn. Dozgeha herêmê hukmê cinayî yê bendê `çalakiya terorîstî` rakir û hêzên ewlekariyê ewlekariya bajêr xurtkirin. Heya niha tu-alî berpirsyariya xwe di ber vê çalakiyê de ranegihandiye. Navenda suxra ewlekariya Ûkranyayê ya dijî terorîzmê ji rêxistinên navnetewî xwest ku alîkariya wê di vekolîna  van teqînan de bikin.

  •  
    û parve bike