Roja 30 yê meha Nîsanê wê her 30 çavdêrên misyona N Y î dest bi kar û xebatê li Sûryeyê bikin .Ji hêla din ve wê balyozê N Y î û Kombesta Dewletên Erebî Kofê Anan jî hewil bide ,ku bilez jimara misyona N Yî li Sûryeyê bibe 300 pispor .
Tundiya kirdarên leşkerî li Sûryeyê hatiye sist kirin,lê rewş hîn hêrsdare ..
Di vê bareyê de sekretêrê giştî yê N Y î Pan Gî Mûn aciziya xwe anî ziman sebaret bi wê yekê,ku desthilata Sûryeyê hêz û teknîka leşkerî ya giran ji bajar û wêrangehan ve venekişandiye . Ji hêla din ve weke sekretêrê giştî yê Kombesta Dewletên Erebî Nebîl Alarebî ragihand,ku Kombest plan dike li N Y î vegere jibo dabînkirina ewledariya xelkên sivîl li Sûryeyê .
Alarebî dibêje :Bikaranîna xala 7 an a rêbaza N Yî derheqa rêjîma Sûryeyê de nayê wê wateyê, ku divêt destêwerdana leşkerî di hundur Sûryeyê de çêbibe .Belê mebest sizayên nû ne .Lê pirs ew e, bê wê Encûmena Asayişa N Y î cî bi cî kirina xala 7 an qebûl bike an na ?
Di heman demê de,balyoza Emerîka li N Y î Sûzan Rays daxuyanîkirin,ku Emerîka bawer nake, ku misyona N Y î karibe rewşa Sûryeyê çareser bike û weha pêdeçû .
Sebra Emerîka bi dawî dibe . Em ê bi haydarî bişopînin ka misyona N Y î dikare bandorê liser rewşê bike û omîdên me bi cih bike an na . Eger ew nikaribe dilêma xwe di maweya 90 rojî de pêkbîn e, emê dîsa li Encûmena Asayişa N Y î vegerin û binêrin bê ka em karin çi guşaran bikin .
Digel vê de Li Rûsyayê dibîn in,ku bi taybetî opozîsyona Sûryeyê provakasyonan çêdike .Wezîrê derve S . Lavrov helwesta Rûsyayê wisa destnîşan kir :
Agirbest hîn heta dawî nehatiye cî bi cî kirin, jiber,ku opozîsyona Sûryeyê provokasyonê dike, teqîn û têraktan pêktîne û êrîşê dibe ser hêz û avayên hikûmetê.Ew dixwazin planê Kofê Anan têkve bibin û bi vî rengî kîn û hêrsa civata navnetewî gûr bikin û rê li pêşiya destêwerdana leşkerî rewa bikin .
Ji aliyê din ve, beşê opozîsyona hundurîn a nerim tekez kir, ku amadeye li riyên çareseriya siyasî bigre . Di vê derbareyê de lîderê enya Gelêrî ya azadiyê û rêforman Qedrî Çemîl piştî hevdîtina bi Lavrov got:
Berê diyalog boçûn bû . Lê anha bûye ferz . Diyalog -paldere jibo arastekirina Sûryêyê li ser riya rêforman.
Tiştê giring di vê pêvajoyê de ew e,ku rê li pêşiya destêwedana dereke bê girtin, û Rûsya bi vê rolê radibe, û wê berdewam jî pê rabe .Çinkû ev pêvajo helûmercên objektî amade dike jibo çareserkirina problêma Sûryeyê .
Qadrî Çemîl wisa jî daxuyanîkirin, ku opozîsyona hundurîn plan dike di mehên dahatû de dîsa serdana Rûsyayê bike û Moskow derbareyê derencamên diyaloga navxweyî agahdar bike .
Di heman demê de Çîn jî xebata xwe di bareya çareserkirina qeyrana Sûryeyê de xurt dike . Danûstendina wê bi desthilat û opozîsyonê re jibo wê yekê ye, ku bilez aliyên konflîktê li derdorê masa guftûgoyan bicivîne . Girêdayî bi vê yekê ve Moskow razîbûna xwe daxuyanîkirin sebaret bi wê çendê,ku civata navnetewî têde dighêje, ku ne mumkine helwesta Rûsya û Çînê derbareyê qeyrana Sûryeyê de bêt li paş guh xistin