Serokê Civata Demî ya Netewî ya Lîbyayê Mustafa Abdul Celîl ragihand, ku hukumeta Lîbyayê karê xwe didomîne û biyara pelişîna wê hê ne hatiye girtin.
Roja pêncşemê agahî hat belavkirin, ku Civata Netewî pirsa dengdana pêewletiyê ya hukumetê girtiye rojeva xwe. Lê belê paşê Mustafa Celîl ragihand, ku ti bîryarên îstfîya hukumetê, an jî guhertina kabîneya wezîran ne hatiye standin. Celîl her wisa got, ku eger bûyereke wisa bête standin, dê ewê ji heftiya din zûtir neqewime.
Serokê Komîteya pirsên sîyasî û pêwendiyên navnetewî ya Civata Netewî ya Lîbyayê Feth el Bacer dibêje, derbarê hukumetê de gelek pirs kom bûne:
"Di wan du mehên dawî de di nav civakê de berhemdariya kar û bîryarên hukumetê bûne mijara gotûbêjan. Pirsên herî sereke ku tên gengeşekirin ev in: hukumet nikare li tevaya welêt ewlehiyê dabîn bike; nikare serhildêrên berê di nav artêşê de entegre bike; di warê tendurustuyê de kar nayê kirin; diravên ku ji bo tedawîkirina birîndaran hatine terxankirin, tên destbelakirin. Ji nişkave aşkere bû ku yek mîlyar dolar têrê tedawiya birîndaran nekir. Wekî din jî, layengirên Qeddafî beşdarî hukumetê bûne. Pirseke din ku welatiyên Lîbyayê nerehet dike, tunebûna dadgehên durust e. Lewma jî niha daxwaz tê kirin, ku hukumet îstîfa bike û kabîneyeke nû were sazkirin".
Lê belê di nav Civata Netewî de nêrînên cuda hene. Rojhilatzan Aleksandr Demçenko dibêje, êdî di nav Civatê de du cemser çêbûye û li dor wan jî layengirên nêrînên cuda kom dibin:
"Vê gavê li Lîbyayê amadekariya hilbijartina Meclîsê Damezrîner tê kirin. Tê plankirin, ku hilbijartin di meha Hezêranê de bête lidarxistin, ango dem pir kêm maye. Lê zehemete, ku li welêt aramiya ewlekariya bête dabînkirin û lewma jî bidestxistina hejmara pêwîst a hilbijêran dê pir zor be. Mustafa Celîl dixwaze hemû suc têxe stûyê Abdul Rehîm el Kîb. Lê balkêşe, ku El Kîb dixwaze hilbijartina Meclîsê Damezrîner heta demekî nediyar bête bi paşxistin, heta ku rewşa li welêt aram bibe. Û diyare ku dixwazin pêşiya rexneyên serokwezîr, yê ku dibêje Lîbya ji bo hilbijartinan hê ne amade ye, bigrin".
Lewma jî, li gorî nêrîna Aleksandr Demçenko, bi îhtîmaleke mezin, kabîneya el Kîb bête pelişîn û hilbijartina nû bête lidarxistin:
"Parlamento wê bibe amûrê ji bo meşrûkirina desthilata saziyên eşîrî, ku vê gavê kontrola herêman di destê wan de ye. Lê belê bi hilbijartina Meclîsê Damezrîner, rewşa Lîbyayê wê aramtir nebe. Qobaxa din jî wê bibe pejirandina makezagona nû. Di vê mijarê de nêrîna grûpên cuda ji hev gelek dûr in. Pirsa sereke ev e, ku gelo, Lîbya wê bibe dewleteke federal, an jî konfederal. Ya din jî, pirsa dabeşkirina dahatên petrolê ye. Divê neyê jibîrkirin, ku ji sedî 75 yedekên petrola Lîbyayê li herêma Sîrenaîkê ye. Pirsa sêyenmîn jî, rola îslamê di jiyana komaleyetî ya welêt de ye. Vê gavê li Lîbyayê bizava Birayên Misliman xurtir dibe, û ji bilî wê, bizava Selfiyan jî heye. Mustafa Ebdul Celîl dibêje, divê Îslam li Lîbyayê nermtir be. Lê belê hê ne zelal e, ka jiyana civakî û sîyasî wê çiqas bête îslamîkirin".
Diyar e, ku avakirina welatê, ku bi tevayî hatiye wêrankirin, wê demeke dûr û dirêj bikşîne. Lê belê welatiyên Lîbyayê hê bi xwe jî nizanin, ka ewê welatekî çawa ava bikin.