Rêberê nuh yê grûpa çavdêrên NYî li Sûryayê ceneral Robert Mûd destbi karê xwe yê li Şamê kir. Mûd piştî gihiştina Şamê ragihand, ku hezar çavdêr jî wê nikaribin şer li welêt bisekinînin, eger welatiyên Sûryayê bixwe alîkariyê di vê erkê de ne kin. Serokê misyona NYî bangî hemû aliyên problêma Sûryayê kir, ku şer bisekinînin. Mûd destnîşankir, ku bidestxistina aştiyê li welêt divê encamê hewldanên hemû aliyên vê problêmê be. Tê pêşnêrîn, ku roja Duşemê 30 çavdêrên NYî destbi karê xwe li Sûryayê bikin. Tê plankirin, ku piştî mehekê jimara çavdêran heya 100 kesî zêde bibe û ji dûv re heya 300 mirovî hîn zêdetir bibe. Çavkanyek nûçeyan berya demekê ji ajansa `Interfaks` re ragihand, ku di nav grûpa pêşîn ya çavdêran de 4 çavdêrên rûsî hene. Lê bi şûn de nûnerîtiya Rûsyayê di misyonê de wê bê zêde kirin. Wezareta karê derve ya Rûsyayê bihêvîye, ku misyona çavdêrên NYî li Sûryayê wê alîkariyê di sekinandina şer de li Sûryayê bike. Di heman demê de, derbarê bûyerên nuh ji Sûryayê tên ragihandin. Roja Duşemê hat ragihandin, ku kesên ne diyar avahiya Banka Navendî ya Sûryayê li Şamê bombekirin. Li gor ragihandinên herêmê, di encamê vê bombekirnê de avahiya Banka Navendî gelek ne hat zirar kirin. Her weha dewriya polîsan jî hat êrîş kirin û di encam de 4 polîs birîndarbûn.
-
Wezareta karê derve ya Fransayê bang welatîyên xwe kir, ku ji Sûryayê derkevin
-
Serokê Sûryayê ji sekreterê NY re ragihand, ku operasyonên dijî xwepêşanderan qutbûne
-
Serokê Amerîka û şahê Erebstana Seûdî bang desthilata Sûryayê kirin, ku tûnd û tûjîyê rawestîne
-
Serokê Amerîkayê û serokwezîrê Birîtanyayê derbarê Sûryayê de lihevkirin
-
Desthilata Turkyayê hêzên leşkerî ser sînorê bi Sûryayê re zêde dike
-
Desthilata Sûryayê pêşniyarî NY kir, ku jibo nirxandina rewşa li welêt şandekê bişîne
-
NY, jibo nirxandina rewşa li welêt wê şandekê bişîne Sûryayê
-
Welatên Ewropayê bi mebestên biryara sizayan dijî Sûryayê li NY amade bikin
Çekên şandî ji bo Sûryeyê dikarin bikevin destê terorîstan