Kompaniya berya hilbijartinên serok li Misrê  roja Duşemê destpêkir. Ji niha ve destûr heye, ku bi awakî fermî propoganda û reklama berya hilbijartinan bê kirin. Bi giştî 13 berbijêr di vê kompanyê de beşdardibin. Li gor lêpirsîna raya giştî, sekreterê berê yê Kombesta Welatên Erebî  Amr Mûsa û yê islamî Abdel Moneym abû al-Fûtûh di nav berbijêran de yên  herî nasyar  e. Hilbijartinên serokê dewletê di 23-24 Gulanê de hatine plankirin.