Nûçe, Sîyaset, Bûyerên li Sûdanê û helwêsta Rûsya, Afrîka
Vê gavê di weşanê de
Emerîka qebara alîkariyê ji bo opozîsyona Sûryê dupat kir
   
 
   
 
   
 
   
 
DYA tekez dike ku hinartina moşekên Rusî ji bo Sûryeyê herêmê dêstabîlîze dike
Fransa îdah dike ku `Hezbolahê` bikin lîsta rêxistinên terrorîstîk
12 kes bune qurbanên teqîna Pakîstanê
`Dostên Sûryeyê` hizra derbazkirina konferansa navnetewî li ser Sûryeyê destek kirin
Komîta baska jêr ya kongressa DYA projazagona li ser şidandina ambargoya li dijî Îranê pejrand
Sîyaset Aborî Civak Zanist û Teknîk Çand Werzîş

Wezîrê karê derve yê Sûdanê ragihand, ku şer bi Başûrê Sûdanê re wê neyê pêkanîn

Mijar: Bûyerên li Sûdanê û helwêsta Rûsya (12 gatarên din)
 
30.04.2012, 14:02
Vê rûpelê çap bike Ji hevalê xwe re bişîne Li blogê zêde bike
© Коллаж: «Голос России»
© Коллаж: «Голос России»

  

Wezîrê karê derve yê Sûdanê Alî Kartî roja Duşemê ragihand, ku xilafatên di navbera Sûdan û Başûrê Sûdanê de heyhat bikin, ku şer di navbera herdu welatan de pêk bê. Wek ajansa `Interfaks` ragihand, ku wezîrê Sûdanê piştî hevdîtina xwe bi wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re li Moskowê derbarê vê yekê ragihand. Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov  ji aliyê xwe ve ragihand, ku Sûdan ji Moskowê re ragihand, ku ew amade ye gotebêjan bi Başûrê Sûdan re bike eger Başûrê Sûdan vê yekê bixwaze. Wezîrê Rûsyayê bibîranî, ku Moskow  dixwaze, ku herdu alî li gor rê û rêzanên mafê navnetewî û şopandina hemû daxwazên Civata Ewlekariya NYî (CE NY) tevgerê bikin. Wek Lavrov dibêje, biryara CE NYî ya derberê Sûdanê divê lihevkirî û objektîv be. Rewşa ser sînorê di navbera Sûdan û Başûrê Sûdanê de di çend heftiyên dawîn de pir gur bû. Artêşa Başûrê Sûdanê 10 Nîsanê êrîşî herêma petrolê Xelîgê, ku dikeve herêma Başûrê Kordofan de û beşek ji Sûdanê ye kir. Desthilata Sûdanê roja Yekşema çûyî rejîma rewşa ewarte li herêmên, ku bi Başûrê Sûdanê re sînordarin û di çend heftiyên dawîn de şer li wan birêvediçin pêk anî. Wek ajansa Sûna  ragihand, ku rejîma rewşa ewarte bi taybetî  li herêmên Başûrê Kordofanê, Nîla Sipî û Sennar hatiye pêkanîn. Di heman demê de Başûrê Sûfdan ragihand, ku ew bimebeste polîsên xwe ji herêma, ku li ser ne hatiye lihevkirin, Abey vekişîne.

Derbarê vê mijarê de

 


Arşîva programên me

Derbarê Rûsyayê de

Derbarê Rûsyayê de

© 2005-2013 Dengê Rûsya
Derbarê xwe de
 
Rambler's Top100