30 4 2012, 15:00

Serokê Rûsyayê Dmîtrî Medvedev bingeha siyaseta Rûsyayê ya di warê ekolojî de heya sala 2030 pesend kir

Serokê Rûsyayê Dmîtrî Medvedev bingeha siyaseta Rûsyayê ya di warê ekolojî de heya sala 2030 pesend kir

Suxra presê ya Kremlenê roja Duşemê ragihand, ku serokê Rûsyayê Dmîtrî Medvedev bingeha siyaseta Rûsyayê ya di warê pêşketina ekolojî de heya sala 2030 pesend kir.

Suxra presê ya Kremlenê roja Duşemê ragihand, ku serokê Rûsyayê Dmîtrî Medvedev bingeha siyaseta Rûsyayê ya di warê pêşketina ekolojî de heya sala 2030 pesend kir. Di belgenamê de tê gotin, ku mirov û çalakiyên aborî yên berê pir bandora xwe ser rewşa ekolojî li Rûsyayê dikin. Her weha di vê belgenamê de tê destnîşankirin, ku ji sedî 54 ji rûniştvanên bajarên li 40 herêmên Rûsyayê  di bin bandora hewa gemar û ne baş baqijkirna ava vexwarnê de ne, û rewşa erdê hema bêj li hemû herêmên welêt di rewşek xerab de ye. Jiber vê yekê bingeha siyaseta dewletê  hatiye amadekirin jibo problêmên ekolojî yên hene çareserbike, aboriya ekolojî pêşvebibe û rewşa ekolojî ya munasib jibo welatiyan biparêze.

  •  
    û parve bike