30 4 2012, 15:42

Li Misrê kampanyaya hilbijartina serokkomariyê destpê bû

Li Misrê kampanyaya hilbijartina serokkomariyê destpê bû

Ji 30-yê Nîsanê ve kampanyaya  hilbijartinê ya serokatiya Misrê  destpê bû. 13 namzed dest bi ajîtsayonên hilbijartinê kirin.  Hilbijartina serokatiya dewletê wê piştî sê heftiyan — ango, di 23-24 Gulanê de pêk were.

Ji 30-yê Nîsanê ve kampanyaya  hilbijartinê ya serokatiya Misrê  destpê bû. 13 namzed dest bi ajîtsayonên hilbijartinê kirin.  Hilbijartina serokatiya dewletê wê piştî sê heftiyan — ango, di 23-24 Gulanê de pêk were.

 Eger hilbijartin îro baya, dê sekreterê berê yê Kombesta Dewletên Erebî Emr Mûsa   ser  ketiba. Vê gavê Emr Mûsa namzedekî herî polpûler e.

 Duyemîn namzedê herî popûler, Ebdul Moheym ebû el Futuh e, ku pîşeyê wî bijîşkî ye.  El Futuh îslamîstekî sernerm e, û berê di nav bizava `Birayên Musluman` de postekî bilind digirt.  Lê piştî destnîşankirina namzediya xwe,  ew ji vê rêxistinê hat dûrxistin.  Belam skandal bi vê yekê ve sînordar ne ma.  Vê carê kevneparêzên îslamîst —  ango bizava Selefî  bîryara piştgirîdana wî girtin.  Partiya Selefîyan `En Nûr` li gorî hejmara kursiyan, di parlamentoyê de  partiyeke duyemîn e.  Namzedê `Brayên Misliman` jî Muhemed Mûrsî ye.  Li gorî lêpirsîna raya giştî, Mûrsî sêyemîn namzedê herî populer e.

Serokwezîrê dawî yê rêjîma Husnî Mubarek — Ehmed Şefîq jî dikare beşdarî  hilbijartina serokkomariyê bike.  Di serî de navê Şefîq  ji lîsteya nazedan hat derxistin, ji ber ku di zagona `tecrîdê sîyasî` de tê destnîşankirin, ku rayedarên payebilind ên rêjîma berê nikarin  postên bilind ên dewletê werbigrin.   Lê paşê  Ehmed Şefîq  bîryara han di Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê de gilî kir û  mafê namzediya xwe jinû ve stand.  Her çi be jî, şansa wî ya serkeftinê pir kêm e. Li gorî nêrîna rojhilatzanê Rûs Dmîtriy Bondarenko, bi îhtîmaleke mezin, wê yek ji namzedên bizavên îslamî ser bikeve:

"Di wan demên dawî de li Misrê hêzên radîkal hîn xurtir dibin.  Lê pirs ew e, ka hêza wan rêxistinan têrê bike, ku di hilbijartinan de ser bikevin?  Rêxistinên îslamî  dê guşareke mezin li ser rêjîma sîyasî bikin, da ku di jiyana civakî û jiyana taybetî de normên îslamê  serdest bin.  Di vê wateyê de hêza wan mezin e û  beşeke giran a civakê piştgiriya wan dike".

Serokê Misrê Husnî Mubarek  piştî  serhildana gel, di 11 Sibatê sala 2011 de îstîfa kir.  Wî desthilat dewrî Civata Bilind a Hêzên Çekdarî kir.  Hingê li Misrê qonaxeke derbasdar hat îlankirin û  qonaxa han di 30 Hezîranê de diqede.  Û piştî hilbijartinan, divê  leşker desthilat dewrî  serokkomarê  nûhilbijartî bikin.

  •  
    û parve bike