30 4 2012, 17:32

Sûrye misyona çavdêrên N Y î bi teqînan pêşwazî dike

Sûrye misyona çavdêrên N Y î bi teqînan pêşwazî dike

Şeva yekşemê li naverasta Dîmşqê  çekdran bi RBG

Şeva yekşemê li naverasta Dîmşqê  çekdran bi RBG ê bombe avêtin ser avaya Banka Navendî ya Sûryeyê . Avayî hate ziyan kirin,lê ziyandar nîn in . Di heman demê de  li taxeke din grûpeke din êrîş bir ser dewriyeke polîsan  , di encamê de 4 jîderên polîsan birîndar ketin .

  Li gorî agehiyên Encûme Çavdêr ya mafê mirovan li Sûryeyê di heman demê de di encama rêzek teqîn de, herî kêm 20 mirovan li parêzgeha Îdlibê jiyana xwe ji dest berdan, piraniya qurbaniyan li wir jî jîderên hêzên ewlekar in .

 Teqîn di bin piştîniya destpêka kar û xebata çavdêrên navnetewî de çêdibin . Berya hindekê serpereştê grûpa çavdêran Robert Mûd gihişte Dîmeşqê . Ceneralê  Nerwêcî yê 54 salî xwedan ezmûne  li herêmên gerim .Wî li Rojhilata Navîn jî kar kiriye .Bi taybetî jî di dawiya salên 80 î de,di stavê misyona demî ya N Y î li Lîbyayê  kar dikir .Li Dîmeşqê Robert Mûn wisa ragihand .

 Ez gaziyê li hemû aliyên konflîktê dikim, ku tundûtûjiyan birawestîn in, û rê li pêşiya çareseriyên siyasî, ligorî planê balyozê taybet yê N Y î û Kombesta Dewletên Erebî Kofê Anan vekin . Ez hêvî dikim,ku alîkariya misyonê di vê dilêma dijwar de bête kirin .

 4 psporên Rûsyayê jî di nav grûpa ewl de ya ji 30 kesî pêk tê, hene .Di pêşerojê de wê jimara psporên rûs bêtir bibe

Piştî mehekê wê jimara çavdêran bighêje 100 mirovî,piştre wê 300 çavdêrên navnetewî li Sûryeyê belav bibin . Misyon dê 90 rojî dom bike

 Hêjaye bi bîr anînê, ku Şamê N Y î agahdar kir, ku psporên welatên grûpa ``Dostîên Sûryê `` qebûl nake .Belê yek ji çavdêran ret kir jî  . Girêdayî bi vê yekê ve serekê prosêsên aştîparêziyê li N Y î Ervê Ladsû ragihand,ku helwesta Dîmeşqê di vê derbareyê de  hîç nayê qebûlkirin

  •  
    û parve bike