30 4 2012, 17:52

Tabloyên hunermendên Rûsyayê li pêşangeha `Art Beijing 2012` li paytexta Çînê hatine pêşkêşkirin

Tabloyên hunermendên Rûsyayê li pêşangeha `Art Beijing 2012` li paytexta Çînê hatine pêşkêşkirin

  Ajansa ÎTAR -TASS ragihand, ku pêşangeha navnetewî ya hunera hemdem û klasîk `Art Beijing 2012` roja Duşemê li paytexta Çînê dest bi kar kir.

 

Ajansa ÎTAR -TASS ragihand, ku pêşangeha navnetewî ya hunera hemdem û klasîk `Art Beijing 2012` roja Duşemê li paytexta Çînê dest bi kar kir. Karên hunermendên Rûsyayê bi her cûrên huner di vê pêşangehê de hatine pêşkêşkirin. Karên hunermendên hemdem Edward Panov û Valêntîn Skaçkov li navenda vê pêşangehê hatine pêşkêşkirin. Her weha kopyên tabloyên hunermendên Rûsyayê yên navdar-Ilya Rêpîn, Îvan Şîşkîn, Lêon Baksta di vê pêşangehê de hatine pêşkêşkirin. Ji bilî wê, kopya ikona Andrey Rûblov jî di vê pêşangehê de hatiye pêşkêşkirin.Pêşanên Rûsyayê ser asasê mefhûmê `ji kevneşopî heya hemdemî` hatine amadekirin. Wek damezranderên van pêşanan dibêjin, ku ev yek gerek alîkariya   ziyretvanên çînî bike jibo derbarê pêşveçûna hunera rûsî ji demên kevn heya îroj bizanibin. Pêşangeha `Art Bêijing 2012` ji sala 2006 ve her sal birêve diçe. Mûze, galerî û sazûmanên çandî yên gelek welatên cîhanê bi taybetî-Rûsya, Almanya, Îspanya, Fransa, Amerîka, Birîtanya û Çîn di vê pêşangehê de  beşdardibin.

  •  
    û parve bike