Serokê Rûsyayê Dmîtrî Medvedev û serokê dewletî yê hilbijartî, serokwezîrê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn roja Sêşemê gîhan meydana Manêjnoy li Moskowê. Ew tevlî meşa bi boneyê Roja Buhar û Kedê bûn. Tê pêşnêrîn, ku serok û serokwezîrê beşdariyê di vê meşê de bikin û paşê bi xwepêşanderan re bidin û bistînin. Her weha, tê texmînkirin, ku heya 100 hezar kesî di vê meşê de beşdar bibin. Her weha partiya `Rûsyay Yekbûyî` jî, ku piştgirtiya dirûşmên sendîqê dike, biryar da, ku ew jî tevlî vê çalakiya bibe. Daxwazên sereke yên sendîqê û partya `Rûsyay Yekbûyî` di vê meşê de –parastina mafê karkeran, redkirna bilindkirna temnê malnîşyê û qedexekirna keda bi kirê ne.