1 5 2012, 15:28

Roja buhrê ya bê ked :Mêdvêdêv û Pûtîn tevlî zehmetkêşan bûn

Roja buhrê ya bê  ked :Mêdvêdêv û Pûtîn tevlî zehmetkêşan bûn

Yekê Gulanê Rûsya cejna buhar û kedê pîroz dike –cejin ji dema  yekîtiya Sovyeta berê de tê pîroz kirin. Sandîkayan mezintrîn çalakî li Moskow saz kirin.

Yekê Gulanê Rûsya cejna buhar û kedê pîroz dike –cejin ji dema  yekîtiya Sovyeta berê de tê pîroz kirin . Sandîkayan mezintrîn çalakî li Moskow saz kirin . Hema bêje, yekem care di dîroka Rûsya nû de,ku serokê îroyîn D.Mêdvêdêv û serokê nû helbijartî V . Pûtîn serkêşiya birrên xwepêşandêran kirin .

 Bi angora pêzanînan 150 hezar kesî beşdarî kirin  di çalakiya,ku partya ``Rûsya yekgirtî`` û federasyona sendîkayan li naverasta Moskow orgenîze kirin .Çend rojan berya cejnê hate eşkere kirin, ku wê herdû hevlabendên desthilatdar li Rûsyayê D. Mêdvêdêv û V. Pûtîn beşdariyê di cejna girsayî de bikin .

 Serokê Îroyîn D. Mêdvêdêv û serokê nû helbijartî V. Pûtîn bi girnijîn û kêf û henk bi xelkê re dan û stendin . Wan piştgirya boçûna vejandina cejnên yekê Gulanê kirin, û nepeniyên rewşa xwe ya fîzîkî ya çak bi xelkê re hevkar kirin û tekez kirin,ku baweriyê bi burcan nîn in . Serkirdeyên dewletê behsa siyasetê nekirin .

 Beşdarekî çalakiyê pirsî:`` Hun pir mijûlin, lê gelo hûn çawa karin forma xwe ya werzîşî biparêzin ?``

Dmîtrî Mêdvêdêv weha bersiv da ``Divêt mirov wextê jibo sportê bibîne`` .

Vladîmîr Pûtîn got : ``Bi taybetî ji ber pirbûna kar û baran rewşa me wisa  rinde .Divêt mirov pir kar bike ``

Beşdarekî din wisa pirsî:``Baweriya we bi burcan tê? Hûn bîremendin ?

Dmîtrî Mêdvêdêv :``Ha, ez pê  bawer nakim``

V . Pûtîn ``Ez qet baweriyê bi burcan nîn im ``

 Siyasetmedarên welat yên sereke behsa siyasetê bi carekê nekirin . Lê balkişandin ser babeteke sosyal . Xwendevanekî Moskow daxwaz kir, ku sistêma dabeşkirina derçûyên peymangeh û zangoyan li ser dezgehên kar û xebatê  dîsa vegere .

 Ji bilî vê, beşdarên çalakiyê, bi cejn û buhar û germbûna seqa Moskow ve şad û dilxweş dibûn . Ka em bibhîzin  bê beşdarê xwepêşandanê, cîgirê serekê perlemanê Rûsyayê , endamê lîsteya partiya ``Rûsya yekgirtî `` Olêg Marozov çi bo radyoya ``Dengê Rûsya `` ragihand :

 Rewşa giyanî û hestyarî pir xweşe. Ev cejna han jibo min buhara rasteqîn destnîşan dike . Nemaze,ku ew demeke kurt berya cejna 9 ê Gulanê tê pîroz kirin . Yekê Gulanê bi rastî jî cejna buharê,kedê û omîda ye .Jimareke pir mezin cejnê bi ken û girnijîn û dilşadî pîroz dikin . Rok ronahiya xwe belav dike. Bi rastî  jî, rojeke newaze .

 Bi giştî  yekê Gulanê 14 çalakiyên girsayî li Moskow  lidarketin . D. Mêdvêdêv û V. Pûtîn piştî  dêrendaz bi dawî bûn, çûn bareke Moskow û li wir sihbet bi lîderên sendîkayan re berdewam kirin .  

  •  
    û parve bike