1 5 2012, 17:21

Alqayidê bêyî bin Ladin

Alqayidê  bêyî bin Ladin

 Berya salekê, şeva 1-2 ê gulanê hêzên ermerîkî yên taybet lîderê Alqayidê Ûsama bin Ladin kuştin. Çawe be jî bi fermî wisa hate ragihandin.

 Berya salekê, şeva 1-2 ê gulanê hêzên ermerîkî yên taybet lîderê Alqayidê Ûsama bin Ladin kuştin . Çawe be jî bi fermî wisa hate ragihandin .

 Helbet hink xelkan bawer nekir û behana wan ew bû,ku tu kesekî ji bilî beşdarên proseyê termê wî nedîtin e. Belê hinek heta nuha jî bawer dikin,ku bin Ladin zendî ye,  rengê xwe guhertiyê û an li ciyê ji dayikbûna xwe Yemenê an jî li Emerîka dije . Hinekên din jî dibêjin, bin Ladin ji mêj ve miriye, û bûyerên sala par şanogêrî bû .

 Axavtin ne giringe : sala buhurî tu tiştek jî derbareyê bin Ladin de nehate bihîstin . Û rêxistina wî Alqayidê sala buhurî bêyî wî jiyana xwe berdewam kir . Pirs, gelo rewşa Alaqyidê ya îroyîn çi ye ?.Siyasetmedar Yêvgênî Yêrmolayêv û Andrey Grozîn bîr  û baweriyên xwe di vê derbareyê de weha bi ``Dengê Rûsya `` re hevpar kirin – Yêvgênî Yêrmalayêv got :

 Bin Ladin tune, lê tora Alqayidê berdewam karê xwe dike .Lê  bi gotina serekê saloxgeriya netewî ya Emerîkayê Ceyms Klêpêr bandora Alaqayidê li Efganistanê kêm bûye .Lê li welatên herêmê yên din mirov nikare vê yekê bêje . Bala xwe bidênê  bê Alqayidê çi li nîvgirava Erebî dike . Wisa ji ser xwe çûye, ku êdî bajaran li başûrê Yemenê dagîr dike Herweha şaxê Alqayidê li Îraqê di bin navê `` Alqayidê li mezebotamyayê `` de  kar dike û rehetiyê nade milet û desthilatê jî . Alqayidê li ``Mexriba Îsamî `` jî piştî ruxandina rêjîma dijminê Alaqayidê Muamer Qezafî  bi saya diziya çekên ordya Lîbyayê xwe baş amade kir û nuha rêzek herêmên Lîbyayê kontrol dike .Û digel vê de  bandora xwe li welatên herêmê belav dike, nemûne li Malî . Bi vî rengî em dikarin bêjin,ku bin Ladin di salên dijabertiya Yekîtiya Sovyetê de, bi alîkariya Emerîka, Saûdî Erebistan û hinek welatên din rêxistineke jiyangêr damezrand . Û bin Ladin  bi temamî layiqe ligel  navê `` tîrorîstê reqem yek e``.

 Lê siyasetmedar Andrey Grozîn ne bi temamî li gel awirê birêz Yêrmolayêv lihevhatî ye .

 Andrê Grozîn dibêje ;di şêweyê xwe yê eşkere de, bin Ladin projeya Emerîkayê ya vertiwal bû.Kesatiya wî jibo Emerîkayê sûdmend bû . Wî wisa ew şermezar dikir, ku welatiyên rojava yên asayî,ku pir di siyasetê de naghêjin  digotin, madam ev mirovê hov li dije, dêmeg biryar diristin .Lê di jiyana riyal de wateya rêxistina bin Ladin ne mezin bû .Û eger wê rêxistinê kar kiribe jî, karê wê ne li ser asta global e . Ji Yogoslavya berê, çekdar ber bi Qefqazê û du sê ciyên din  ve  hatin şandin . Ne zêde ji vê . Balkêşe, ku li Rojava bi xwe şik derbareyê rasteqîniya şiyanên bin Ladin de  çêbûn . Belê hate gotin, ku rêxistina Alqayidê hîç nîne û ew tenê di tora înternêtê, televizyonan û ekranên kompyûteran  de heye .Û piştî Emerîkiyan  ew berhema bê marke çêkirin, di encamê de sextekar  li welatên Mexriba Îslamî heta welatê di nav du çeman de  diyar bûn . Bi taybetî  ew sextekarên  han anha navê Alqayidê bikar tînin û karê xwe dikin . Lê mesela destêwerdana Rojava di hundur welatên  îslamî de û alozkirina rewşa wan tiştekî dine . Helbet siyaseta navnetewî ya ne adil, ku di encamê de yên xurt vîna xwe li ser yên qels ferz dikin  dê dijminatiyê û dijabertiyê encam bide .Lê Rojava kirdarên xwe di bin behana şerê grûpa bin Ladin de rasteqîn dikir . Û anha wê grûpeke din bête destnîşan kirin . Projeyeke vertiwal hate qirkirin, lê wê projeyeke din bê dîtin. Û budceya van projeyan wê ne bi çûk be .  

  •  
    û parve bike