3 5 2012, 17:53

Mîxaîl Bogdanov: Sûrîye ji bo reforman hewil dide

Mîxaîl Bogdanov: Sûrîye ji bo reforman hewil dide

    Sûrîye amadekarîyên hilbijartinên parlamentoyê yên roja 7`ê Gulanê dike. Piştî 50 salan cara yekem e, ku hilbijartin wê li ser esasê pirpartîtîyê bêne lidarxistin.

    Sûrîye amadekarîyên hilbijartinên parlamentoyê yên roja 7`ê Gulanê dike. Piştî 50 salan cara yekem e, ku hilbijartin wê li ser esasê pirpartîtîyê bêne lidarxistin. Di referandûma roja 26`ê Sibatê de di hilbijartinan de beşdarbûna partîyên din jî hatibû pejirandin. Her weha cara yekem wê partîyên sîyasî yên opozîsyonê jî di hilbijartinan de beşdarîyê bikin. Hinek ji wan berî hilbijartinan serdana Moskowê kirin û bi wezareta karên derve ya Rûsyayê re hevdîtin pêk anîn.

    Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov di hevpeyvîna bi nûçegihanê ``Dengê Rûsyayê`` re destnîşan kir, ku di wan şertan de platformeke hevbeş ya partîyên opozîsyonê pêwistîyeke giring e.

    ``Me her tim piştgirîya wê yekê kir, ku opozîsyon di platformeke berhemdar de bicivin, ku komên opozîsyonê bi xwe daxwazên ji desthilata dewletê berpêş bikin û nêrînên xwe yên derbarê pêşeroja civakî-aborî ya Sûrîyeyê raber bikin. Sûrîye hewceyê reforman e û desthilata welêt bi xwe jî wê yekê qebûl dike. Lê, li gor nêrîna me, bêy rêxistinkirina dîyaloga netewî ya berfireh pêkanîna wê armancê ne mumkun e.

    Piştî hilbijartinên roja 7`ê Gulanê, em wisa fam dikin, ku wê hukûmeteke nû û dibe, ku hukûmeteke koalîsyonê bête sazkirin. Ji ber, ku ji bilî partîya BAAS`ê wê partîyên din yên sîyasî jî derbazî parlamentoyê bibin. Ji ber wê yekê li gor nêrîna me tiştê herî giring ew e, ku opozîsyon bi desthilatê re bi heman zimanî bipeyîve.  Ew deng gereke gelek berhemdar be û ji bo pêşîlêgirtina şerê navxweyî bête arastekirin. Her weha ew deng gereke ji bo dîyaloga netewî ya ji bo kifşkirina pêşeroja welêt jî bibe bingeheke esasî. Gereke di wê derbareyê de jî li hev bikin, ku pirsên bi diristkirina organên yasayî û rêvebirîyê ve girêdayî jî bi hev re çareser bikin``.

    Li gor nêrînên Mîxaîl Bogdanov, bi tevî hebûna opozîsyona ku makezagona nû meşrû nabînin û dixwazin hilbijartinan boykot bikin jî, li Sûrîyeyê sazkirina hukûmeta koalîsyonê gelek reel e.

    ``Elbet hinek hêz hene, ku ji wan re reformên sîyasî ne pêwist in. Ew baş fam dikin, ku bi hilbijartinên demokratîk ve nikarin bibine desthilat. Mabesta min komên ekstremîst û hêzên radîkal yên bi rêxistina terorîstî ``El-Qaîde``yê ve girêdayî ne. Ew di pêvajoyên sîyasî de beşdarîyê nakin. Lê, ji bilî wan hêzên welatperwer jî hene, ku heta niha bi desthilata welêt re hevkarîyê red dikin. Lê, dîsa jî destpêkirina dîyalogê wê bibe pêvajoyeke sîyasî ya hişmendîyê û rawestandina xwînrijîyê.

    Elbet Sûrîye hewceyê reform û sazkirina dezgehên demokratîk e. Li gor nêrîna me tenê bi dîyaloga neteweyî ya berfireh ve ew reform dikarin bêne pêkanîn. Gereke gelê Sûrîyeyê gotina xwe ya wê derbareyê de bibêje, ka welatekî çawa dixwaze û bawerîya xwe ji kîjan rêvebirîyê tîne. Biryarên wisa gereke ji derveyê welêt neyêne dayîn. Wek alîyek civata navnetewî erka me ew e, ku em pira dîyaloga di navbera alîyên têkildar yên Sûrîyeyê de saz bikin``.

  •  
    û parve bike