3 5 2012, 18:09

Şam destekdayîna plana aştiyane ya Kofî Annan dike

Şam destekdayîna  plana aştiyane ya Kofî Annan dike

Hukumeta Suryeyê plana nunerê taybet ya NY û Kombesta Dewletên Erebî Kofî Annan

Hukumeta Suryeyê plana nunerê taybet ya NY û Kombesta Dewletên Erebî Kofî Annan destek dike, û hêvîdike ku mîssiyona çevdêrên NY li walatê wan serkevtî be. Daxuyaniya han roja pêncşemê ji aliyê wezîrê ragihandinê yê Suryeyê Adnan Mahmûd ve hate ragihandin. Li gorî nêrîna Mahmûd, pêkanîna plana Kofî Annan heta niha zehmete, ji ber hereketên `hêzên terorîstîk` yên ku ji aliyê Waşîngtonê, û hine dewletên cîhana Erebî, her wihaTurkya, Qatar, Saydî Erebîstan têne destek kirin. Mahmûd tekez kir ku ji 12 Nîsanê dema peymana agirbestê ya Kofî Annan  li Suryeyê destpêkir, ji aliyê `terorîstan ve` 1930 provakasiyon hatin tomar kirin, di nav wan de kûştîn û revandina mirovên sivîlin. Wezîr da zanîn ku hukmeta Suryeyê ji aliyê xwe ve hemû wezîfên xwe pêk tîne û hêvîdare ku çavdêrên NY bi serkevtî xebata xwe bimeşînin. Ji momênta ku plana Annan hate pejrandin, hukmeta Suryayê  ji nunerên Medyên 114 welatan, vîza dah.       

  •  
    û parve bike