Îstgeha Atomî ya Bûşerê amadeye, ku di dawiya meha Gulanê de bi tevaya hêza xwe ve kar bike. Ev zanyarî ji buroya çapemenî ya şîrketa Rûsyayê `Atomstroyeksport` ve hat ragihandin, ku îstgeha han ava kirye.
Vê gavê Îstgeha Bûşer bi hêza xwe ya 75 selef kar dike. Niha di îstgehê de kar û xebatên dawî tên meşandin. Serokê Navenda Lêkolînên Sîyasî ya Rûsyayê Vkladîmîr Yevseyev li ser vê mijarê van şîroveyan dike:
"Pisporên Rûs amadekariyê dikin, ku Îstgeha Bûşer bi tevaya hêzê xwe ve dest bi kar bike. Û ev yek jî diyar dike, li Bûşerê êdî hemû proseyên teknîkî qediyane. Reaktora Bûşerê li Rûsyayê hatiye çêkirin û pir bi ewleye. Ji xwe ti sedema endîşeyên li ser ewleakriya vê dezgehê tune".
Di pêşerojê de jî di warê ewlekariya de ti pirsgirêk wê dernekevin. Ji ber ku pisporên Îranî di bin serpereştiya zanyarên atomî yên Rûsyayê de fêrî hûriyên teknolojiyê dibin.
Eksperê ji Tehranê yê di warê enerjiya atomê de Hesen Bexeştîpûr di hevpeyvîna xwe de li gel peyamnêrê Dengê Rûsyayê Îvan Zaxarov got, hevkariya Rûsya û Îranê di warê atoma aştiyane de ne tenê ji bo Îranê, lê ji bo herêm bi giştî şoreşek bû:
"Li Rojhilata Navîn yekemîn projeya Îîstgeha Enerjiya Atomê hat pêaknîn. Bê guman, ewê li tevaya herêmê wê bibe fersendek ji bo pêşveçûna hevkariyê di warê atoma aştiyanê de. Di maweya proseya avakirinê de her kes dipirsî: gelo emê vê projeyê pêk bînin? Vaye, êdî qonaxa dawî ya destpêkirina karê îstgehê gihîştiye û ti pirsgirêk derneketiye".
Rêveberiya Îranê hêvî dike, ku di demekî nêz de li Îranê wê bi dehan reaktorên nû peyda bibin. Û ev yek dê bihêle, ku Îran bikaribe gelê xwe bi enerjiya elektrîkê ve dabîn bike. Gelo, ev yek bi real kengî biqewime?
Hesen Bexeştîpûr dibêje: "Aşkereye ku di mînaka Bûşerê de Îran di warê avakirina Îstgeha Atomî de bû xwedî tecrubeyek. Ji xwe plana avakirina deh reaktorên nû jî, ji ber vê tecrubeyê derket holê. Lê zehmet e, ku mirov behsa dîrokeke misoger bike. Her tişt bi rewşa sîyasî ya herêma Rojhilata Navîn û bi hevkariya Rûsya û Îranê ve girêdayî be".
Reaktorên nû, planên pêşerojê ne. Lê Îstgeha Bûşerê, piştî ku bi tevaya hêza xwe ve kar bike, dê 40 selef pêdiviya enelektrika Îranê dabîn bike.