5 5 2012, 11:56

Heyşt leşkerên Swêsrayê wê tevlî misyona çavdêrên jibo Sûryayê bibin

Heyşt leşkerên Swêsrayê wê tevlî misyona çavdêrên jibo Sûryayê bibin

Ajansa EFE ragihand, ku Perlemanê Siwêsrayê biryar stend, ku 8 leşkeran di nav

Ajansa EFE ragihand, ku Perlemanê Siwêsrayê biryar stend, ku 8 leşkeran di nav misyona  çavdêrên ne leşkerî de jibo Sûryayê bişîne. Di dema niha de êdî 50 çavdêrtên navnetewî li bajarên Sûryayê kar dikin. Roja Îna çûyî serokê misyona çavdêrên NYî li Sûryayê ceneral Robert Mûd ragihand, ku karmendên wî serkeftî erke jibo çareseriya problêma Sûryayê di çarçova planê nûnerê taybet yê NYî û Kombesta Welatên Erebî Kofî Annan de  birêvedibin. Tê plankirin, ku bi giştî 300 çavdêrên NYî jibo Sûryayê bên şandin. Piraniya van çavdêran leşkerin, lê pisporên sivîl yên di warê mafê mirov de  jî wê di vê misyonê de hebin. Misyon wê 3 mehan berdewam bike.

  •  
    û parve bike