5 5 2012, 13:26

Piştî pevçûna li hinda wezareta bergiriya Misrê rejîma qedexekirna çûn û hatinê li navenda Qahîrayê hat birêvebirin

Piştî pevçûna li hinda wezareta bergiriya Misrê rejîma qedexekirna çûn û hatinê li navenda Qahîrayê hat birêvebirin

Bijîşkên herêmê ragihandin, ku di encamê pevçûna

Bijîşkên herêmê ragihandin, ku di encamê pevçûna  roja Îna çûyî li hinda wezareta bergiriya Misrê li Qahîrayê leşkerek hat kuştin û 373 kes birîndarbûn. Êvarî, dema bi sedan xwepêşander gihan ber avahiya wezareta bergiriyê jibo beşdariya di çalakiya protestoyê de pevçûn destpêkir.  Xwepêşanderan ne razîbûna xwe ji karê Civata Leşkerî ya Bilind re, ku rêberîtiya welêt dike anîn ziman û daxwazkirin, ku bilez desthilat jibo hikumeta sivîl bê veguhestin. Xwepêşanderan  xwe li rêza leşkeran xistin, kevir avêtin wan û hewldan bighên avahiya wezareta bergiriyê. Leşker mecbûrbûn, ku gaza hêsirbaranê bikarbînin. Pefçûna li herêma wezareta bergiriyê du demjimêran berdewam kir. Di dema niha de leşker avahiya wezareta bergiriyê û derdora wê kontrol dikin. Piştî vê pevçûnê desthilata Misrê rejîma qedexekirna çûn û hatine  li navende bajêr birêvebir.

  •  
    û parve bike