5 5 2012, 14:49

Dadkirna kesên tên pêşnêrîn, ku rêxistinkarên çalakiyên 11 Îlonê ne, li navenda Amerîka ya li Gûantanamayê destpêdike

Dadkirna kesên tên pêşnêrîn, ku rêxistinkarên çalakiyên 11 Îlonê ne, li navenda Amerîka ya li Gûantanamayê destpêdike

  Dadkirna  Xalid Şeyx Mohammed û çar hevalên wî, ku bi rê

 

Dadkirna  Xalid Şeyx Mohammed û çar hevalên wî, ku bi rêxistina çalakiyên 11 Îlonê  sala  2001 tên pêşnêrîn, roja Şemiyê  li navenda Hêzên Deryayî ya Amerîka ya li Gûantanamayê destpêdike. Komîtak leşkerî ya taybet wê vê dadkirnê birêvebibe. Tê texmînkirin, ku ev prose salekê dirêj bike. Ev kesên navborî bi terorîzmê, zeftkirna balafiran, komkujî û pîlangêriya jibo êrîşa dijî kesên sivîl tên gunehbarkirin.  Wek di daxuyaniya Pentagonê de tê gotin, ku gunehkar di ber amadekirn û pêkanîna çalakiyên 11 Îlonê sala 2001 de li Niyo-Yorkê, Waşingtonê, Şênksvîlê (wilayeta Pênsîlvanya) de, ku di encam de 2976 mirov hatin kuştin berpirsyarin`. Dozgeha leşkerî bimebeste  hukmê dardekirnê jibo van kesan bidestxe. Parêzer wê israr bikin, ku ifada xwespêrên wan dane di bin ezab de hatiye wergirtin. Jiber rezonansa mezin ya vî karê, prosa dadgehê wê bi awakî girtî birêvebiçe.

  •  
    û parve bike